Salek berê, di rojeke îmzekirinê de, min ev pirtûka piçûk tenê ji bo piştgiriyê kirîbû. Îro, gava min di nav pirtûkxaneya xwe de li pirtûkekê digeriya û ji xwe re digot: “Gelo ez niha çi bixwînim?”, çavê min li vê pirtûka qebare-piçûk ket û min got: “Bila rêza vê be.”
Lê belê, min dît ku ew tenê ji derve ve piçûk e...
Hundirê wê deryayeke bêbinî û tije pêl e. Pêlên wê li keviyên dilê mirov dixe û henaseya mirov di qirikê de diçikîne.
"Dema Tu Çûyî"...
Ev ne tenê pirtûkek e; ev birîneke zindî ye ku di kûrahiya dil de vedibe. Her rêzeke wê wekî tîrekê di dil re derbas dibe û birîneke nû vedike; lê di heman kêliyê de, wekî melhemekî ronahiyê li ser wê birînê dadiweşîne.
Dema min ev pirtuk xwend, hêviyên min geş bûn û dilê min germ bû. Wekî kesekî nenas hat, destê min girt û bi pistepist got: “Tu ne bi tenê yî… Em hemû birîndar in, lê em hîn jî li ser piyan in.”
Bi kurt û kurmancî; divê her kes vê pirtûkê bixwîne û di wê deryayê de xwe…