Me bi hatina xwe... ji ku çi kêm kir, em ê bi çûyîna xwe li ku çi zêde bikin? Me daye pey hev û em tên û diçin. Ev hatin û çûyîn li ku destpê dikir û dê li ku biqedin?
Dev jê berde! Li dora xwe binêre! Çiya, der û dor, bexçe, gul û gulistan. Dinya.... tev de beriya zayîna min jî hebûn wê piştî mirin a min jî hebin. Ne hatin û çûyîna min ne jî ya te tu tiştî naguherîne. Piştî me jî wê ev asîman, ev roj, ev derya û pêlên wê hebin. Ba, wê dîsa bixwaze çiya û deştan, rojê dîsa hewayê, erdê û avê germ bike. Ez ne dikarim bi hebûna xwe û ne jî bi tunebûna xwe vê çerxê biguherinim.
Ez jî nizanim. Girîngiya me ji ku tê? Em çima xwe wisa hêja dibînin? Di navbera mirina însanekî û mêşekê de çi ferq heye? Ez jî nizanim. Ha însanek zaye, ha beqek. İnsan çima ji beqekî hêjatir e? Çi behreyên însan ji yên beqê zêdetir e?