Ez aciz dibim, tu namîne kêra xwe derxim û li dilê xwe bixim. Bi kirineke wilo ez ê hem ji ezabê lêgerîna yekî bêguneh xelas bibim, hem jî ez ê ji ezabê her roj rizgar bibim. Ma ev ne ezabek e ku tu ji bo armancekê sê mehan bi şev û roj di işkenceyeke nedîtî re derbas bibi, panzdeh salan di girtîgehê de bimini, dû re derkevî, hevalekî te nemabe, tu hewcedarê pariyek nan bî, ew gelê ku tu li dû rizgarkirina zimanê wî bûyî, ew ziman nemabe û tu wilo li bajarê xwe mîna yekî xerîb bigerî. Ji wê jî xerabtir ew e, gava tu bi her awayî his bikî û bibihîzî ku xelkên bajêr li dû te dipeyivin, di ber te re dibuhurin û di bin simêlan re bi te dikenin.
lê nizanim li ku me. Carina tu dibêjî qey ji vî bajarî firiyame, çûme demeke din û dîsa lê vegeriyame. Tu dibêjî qey ne di nava miletê xwe de me, lê min xwe li devereke din daniye. Rast e jî. Niha li bajarê min dengê zimanê min nayê guhên min. Ez di hundirê xwe de dibêjim, Xwedêyo, çawa vî miletî evqasî zû ev ziman ji bir kir.
Çima gunehê min ê pê bê? Ma Xwedê rojê bi çendan zarokên xwe nakuje? Ew jî ne tenê bi kêrê, wan bi her celebî dikuje. Hinan dişewitîne, hinan di avê de dixeniqîne, bi navê kanserê pencê xwe davêje hinan û nûçeya ji mirinê bitirstir digihîne wan; erda xwe dihejîne û malên hinan bi ser wan de hildiweşîne. Hin malbatan ji kokê de qir dike. Carina pêlên derya xwe radike û evdên xwe dikişîne binê behrê.
Ew mirina ku her kesî ditirsîne ji xewnekê pê ve ne tiştek e. Xewnek e, ji bo hinan xewneke tirsê, ji bo hinan jî ya xweşîyê ye.
"Ez ê Yekî bikujim, Firat Cewerî"
Dawiya dawî, wî bi xemgînî biryar da û got; ez nexweş im, ez êş û azarê bi xwe didim kişandin, ez nizanim çi bikim...
"Ez ê yekî bikujim, Firat Cewerî"
Zanibû ji hemû hêlan ve sêra wê tê kirin. Zanîbû çav hemû li ser wê ne. Zanîbû here ku derê jî li dû wê ne... Zanîbû jî ku tenê ye, pir tenê ye û nikare ne tenê be jî.