Teyrekî behrî ku ji dûr ve difiriya, refên delfînan ku li dora keştiye. Pêşande dikirin, masiyeke ketî torê, bîranînek... her tişt ji xemgîniyê an jî girînê re dibûn hincet.
Tenhatî, bêçaretî û terikandîbûyîn şeytanê di nava însanan de şiyar kiribû. Bêhêvitiya wan çiqas kûr bûya, ewqas xwe didan tenhatiyê, ewqas bêdeng dibûn..!