Te dipirsim ji mêrg û zozanên Feraşînê
dibêje;hey can...
ma ne ew zarokê min bû
di paxila min de za û mezin bû
mîna berxeke biharê zirav û porhene
herin temase bikin
hîna jî dewsa lîstikên wî mane
li ser rûcikê kanîkê min ê sar.
lê ez ci bikim lawiko
ji min re nebû yar,
wekî bazekî hêlîna wî nedîyar
fir da û cû ji nav lepê min ê evdalê
Bagerê min bû çûkek ji çûkên demsalê.