Sirvat

Heger welat bi xwe jî Mîna min sirgûnbûyî be... Mîna min Di çarşefên diya xwe ya spî de Di reşpisîka malê de Bifikire... Heger welat jî mîna min Rêya nivîsînê lê qedexekirî be… Rêya çandê lê qedexekirî be... Çima ew jî mina min naçe nexweşxaneyê? Çima ew jî mîna min Nabe endamê partiya xemgîniyê A ku sed milyon Ereb tê de ye...
Ters Köşe Final Sevenler Buraya!
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯 Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Em girtî ne... Di pirtûkên ku serdarê me Dinivîse de Em girtî ne... Di olşirovekirina melayê xwe de Em girtî ne... Di xemgîniyên xwe de Û tiştê xweşik di me de Xemgîniyên me ne... Em di bin çavan de ne... Di qehwexaneyan de... Di malan de... Û di zikê diya xwe de Em bi ku ve herin Sîxurê nepenî li benda me ye Ji qehweya me vedixwe Di nivîna me de radikeve Bi nameyên me dilîze Ewraqên me li hev dixe Dikeve pozê me Di kuxika me re dertê Zimanê me hatiye birîn Serê me hatiye jêkirin... Û nanê me şolî bûye Bi ava tirsê Bi hêsiran
Zarokên me li dora me ne Pişta wan xûz bûye Hîna jî di ferhengokên kevnare de digerin li bihuştekê Li devereke mezin Deverek pir mezin Ku jê re dibêjin ‘welat’...
Ey xwedayê salan û demsalan Ey şoreşa gelî Ya ku cêwiyan di zikê xwe de radike... Min navê te kir: Evîna di hingulîskan de Min navê te kir: Bêhna di kulîlkan de Min navê te kir hechecîk Min navê te kir kevok Ey serdarên serdaran Û ey çelengê çelengan...
Gelî dostan! Helbest çi ye ku serî hilnede Helbest çi ye ku zaliman nexîne Zilmê nerûxîne Helbest çi ye ku erdhejê çêneke Helbest çi ye ku taca serê Kesra Ji serî wî dernexe!