"- Tu çima ji min direvî? Ji min nereve. Ez jiyan im, ez a ku bêdawî, ez a ku giran, az a ku efsûnî... de Ka tu bisekine bê ez ê çi bikim! Ez ê bikim ku tü weke gamêşekî bi xwîn û xwîdan bijî, bi êş û azar! Lewra tu hatiyî vê dunyayê ku tu bêşî, tu bijî. Divê tu bi van hemû tiştan bijî... jiyan ev e, ji destpêkê ve wusa ye, jiyana rastîn ev e. Ew yên ji te re behs kirin ku jiyan baş û xweş e... ew fantaziya şêt û şaîran, derewên pêxemberan bûn. Anuha mirin tune, ji te re mirin tune!"