"Hey wax li min, -Qero dibê,-
Ez ê axîn kim ser çira?
Der dilê min serbat kiriye
Mîna baltekî darbira.
Li min hatiye kerxa dinê,
Axîreta vê dewranê.
Ez ê dêmê kê binihêrim
Pey dîndara horîya xwe ra?"
Reso dibê: "Wax li min, wax,
Li min vêsîyan ûrt û ocax
Ne ji şûrê zavitê qaçax,
Ne fendê Taşnakê alçax,
Lê, sebebîya Almasta min,
Min bêbextê
Hê rûbarê dinyayê sax..."
Gelo sax e? Gelo - mirî?
Sax bûya, Rihana pêcirî
Wê xwe kira kincê gincir,
Tenî kira dêmê xwe dur,
Û biçûya bi parsê, pirsê
Bigihîşta yêrê Qersê.
Cem zavitê serekbaşî,
Xwe bavîta dest û pîyê wî,
Bigota: "Ez bextê te me,
Ez bextreş im, ez gune me...
Merîkî min we girtî ye dîl,
Ew e, ku jê ra dibên Celil,
Pêştirî wî li vê dinê
Tunê kesê min rebenê...
Ew bêsûc e, ew bê gune...
Tî wî tevî şera tune...
Ber dewleta Alî-Osman
Nekirîye tu daw û duan...
Bidî xatirê navê Xwedê,
Ewî berde, bera ew bê,
Çika jinika xwe rûreş ra
Qe çi gilî-gotina dibê.
Lê, ax, dibên, ew kuştine.
Canîya wî ye can hiştine
Nava berfê, serm û surê...
La jin korê, jin porkurê...