Qero dibê: Ruhuka min,
Ez te hezar zarî nadim...
Talaş nîn e, bînî, neynî,
Her tu min ra xweş bimînî.
Beşera te tim wa cî be,
Bedena te tim tûncî be,
Ez ku mirim, ser min şîn kî,
Gulekî xwe ser min jê kî,
Bi destê xwe min gorê kî...
Îda diha tişkî dinê
Ez naxwezim ji vê dinê...
Almast gura dakê dike,
Radibe serê xwe datîne,
Berê xwe qulbê da dike,
'Eşeda' xwe ji bîr tîne:
"Serê min ser belgî, berê min - şifakê,
Şedetîya min Sultan Êzîdê makê.
Toqa Sultan Êzîd, stûyê min kevî,
Min bêaqûbet nakî,
Ya pîrê şevê, xatirê xwe û Xuda kî,
Xewekê li çavê min bîtir û bûta kî..."
Almasta Reso jineke jîr e,
Benî-bedewek terbe-tivdîr e.
Ew berî gundîya, berî cînara
Dadigire badîya soresavara,
Dide ber singê, sêvê cinetê,
Berê xwe dide 'zevîya zîyaretê',
Û hela dûr va bi heyr, bi nazî
Li malxwê mala xwe dike gazî:
- Lo paleyo, palegiro,
Qevza kêlendîyê paxiro,
Kavila Pampa şewitî da
Ji hevt xorta zêdetiro.
Qero dibê: Hey Almastê,
Zarşîrinê, wek gulmastê,
Te çi gilîkî nerast kir:
Te qatixê xwe anî hat
Himberî to û tomast kir,
Te malxwêngê xwe tekmêre
Ji hevt xorta hê derbaz kir...
...Xwezî mala ku xort tê da...
Hebûya rusqet di Xwedê da,
Yekî wê vir tev min lê da,
Yekî din wê gurz girê da,
Yekî din wê bêder bê da,
Yekî din wê bilûrê da...
Derdêm çi bû dinyayê da?...