Kurmancek û bi qîzeke bajarî re bizewi- ce? Herkesi nikarîbû têkeve bin barê jineke bajarî! Ê me nanê tisî jî bihata ber me, daweta me bû; lê bajariyan nikarîbûn bê goşt îdare bikin! Nikarîbûn mîna me savara rijî deynin ber xwe û bi kevçiyan hilkişin ser!
Lo li min, lo li min.
Bav keçikê nade min,
Wê çawa be halê min.
Nexweşim, were ser min,
Qîrînke, ruh bê ber min,
Dest sarin, pêne germin.
Edez hatim te bivînim,
Dê û bavê te min kînin,
Qelenê zef distînin,
Xêrê qelen nevînin.
Ez hatime te gulkim,
Te orta kirês dilkim,
Wê çawa be halê min?