Barış Ateş

EZ BILBILIM
Ez bilbilim, bilbilim, Bilbilokê siravîye, Şev û rojê dixul-xulim. Ez bilbilê gêjim, Şev û rojê dibêjim, Eşqa bejina dirêjim. Ez bilbilokê lalim, Bilbilokû soravîyê. Hey hilgir, hilgir, hilgir, Hey hilgire bêroteye, Teyaro tecîmeye, Dê vexum eşqa teye.
Sayfa 72 - Yerêan Weanxana Lîmûş·Kitabı okuyor
Kurdî
Reklam
EVDALÊ ZEYNÊ Û ŞÊX SILÊ
Bejina Evdalê min ne kine, ne dirêje, Terezanî dev çîçekê, devê kanya xwe davêje, Gelî omidno, boy xadêbe, Qe kê dîye, kê bînaye - Şêx Silê çoka xwe bikute çoka Evdalê Zeynê, Sê roj û sê şeva pêra bêje. Bejina Şêx Silê min ne kine, ne dirêje, Terezanî dev çîçekê, devê gelîya xwe davêje, Ew sonda ku min sond xariye, Ezê yekî bînim serê te, heta kurê kura rabe bêj
Sayfa 67 - Yerêan Weanxana Lîmûş·Kitabı okuyor
Kurdî
Evdal go: - Şêx Silê, ezî ne kinim, ne dirêjim, Notila tarihan nav gelîya şax, şax kilama divêjim, Şayî- miclîsa ez fêza rûnêm, Tu ber min ne bejine, ez dengbêjim. Şêx Silê go: - Evdal, gotina teye, tu ne kinî, ne dirêjî, Notila tarihana gelîya kilama şax, şax divêjî, Min tirê Evdalê Zeynikê dengbêje -dengbêjê mîran, hakiman, Çawa kalekî 85 salî rûnê ber tendûrê jêra qelîbêtka divêjî.
Sayfa 66 - Yerêan Weanxana Lîmûş·Kitabı okuyor
Evdalê zeynıke
Quling, merimo, vê felekê çima li min ha kir, Mal xiravo felekê çima li min ha kir, Xortanî mala xwe cem min barkir, Kalbûnê li min Evdalê xadê karkir, Qîze bûkê hetanî êvarê bindarûkê berdevkê Evdalê Zeynikê bûn, îro serê xwe li min hejandin, devê xwe li min xarkirin. De li min wayê, li min wayê, li min hayê, li min wayê... Quling, merimo, Evdal kore, rê navîne, Mal xiravo, Evdal kore, rê navîne,
Sayfa 65 - Yerêan Weanxana Lîmûş·Kitabı okuyor
Kurdî
DINYAYÊ
Dinya—dinyayê çi dinyake bê mefayê.
Sayfa 62 - Yerêan Weanxana Lîmûş·Kitabı okuyor
Kurdî
Reklam