Kurê min, niha dê bême ser te,
Dilê xwe vekim dê bême ser te,
Dilê xwe vekim li ber te,
Binhêr ev e şireta min,
Dê bêjim bi pirrkurt û kin:
Ku di hemî kir û waran
Digel hemû nas û neyaran,
Bas wekî çavê xwe,
Bîr bînî şireta bavê xwe.
Li ser her kir û gotinê hûr bî,
Ji kir û gotinên lez dûr bî,
Heya nekevî kemî û şaşîyê
Fihetkar nebî li paşîyê.
Ev e şireta durust û çak,
Ji bo we xortan dixwazim
Pêşendeyek xweş û ronak.
Em li "caşan" digerin.
-Li "caşan"? -Kalo gotina min bi pirsî vegerand.
-Erê Kalo lı "caşan", ew jî xayinên milet in, tevî ku ew jî bi navê kurdayetî ban dikin.