Mirovê xwedî rûmet mîna kevirê asê ye; li hemberî bahozê nanizme, lê li ber tîna dostaniyê mîna berfê dihele.
Kurdî
​Derdê xwe ji kesekî re nebêje, Bila hêsirên çavan di hundir de biherikin. Her kes nabe derman ji birînên te re, Hinek hene ku tenê xofê lê zêde dikin. ​Kula dilê xwe veşêre di sîngê xwe de, Çirûska hêviyê di çavên xwe de geş bike. Çûnkî yê ku te fêm bike gelek kêm e, Tu bi xwe bibe dermanê birîna xwe. ​Çiyayên bilind binihêre, çawa bêdeng in, Berf û bagerê dibînin, lê qet naxuynin. Tu jî wekî çiyayan serbilind û rûmetdar be, Bila her kes te bi rûyê geş û biken nas bike. ​Dinya ne wekî berê ye, dost kêm e îro, Gelek kes li benda ketina te ne, hişyar be biro. Sirra xwe nedê kesî, bila di nav dil de bimire, Mirovê ku xwe nas bike, her dem mîr û wezîr e. ​Rêwîtiya jiyanê dirêj e, sebir bibe hevalê te, Xwedê dermanê her derdî rêtî ye li ber te. Rabe ser piyan, bi bawerî gavan bavêje, Ji bilî Rebbê kerdigar, ji tu kesî re daxwaza xwe nebêje.
Reklam
Xwedê çiyayê dibîne, berfê lê dibarîne.
Kurdî
Wisa hest dikim ku berî te min qet xewn nedîtibûn. Wekî ku min di cîhaneke tarî û bêdeng de dijiya. Wekî ku berî te tiştê bedew tune bû; hemû tişt tenê berf û baran bûn, û roj qet dernakeve. Îro jî berf û baran hene, lê li dora min hemû tişt bi kulîlkan hatiye xemilandin. Cîhanek ronak û germ heye. Roja min, heta di şevê de jî, dişewite. Ev welat berê ji bo jiyanê ne guncan bû, lê piştî ku teketî jiyana min, bû cihê ku mirov dikare tê de bijî û nefesê bistîne. Min fam kir ku ez dikarim xewn bibînim û ji derveyî tarîtiyê jiyanê nas bikim. Dema ku min te nas kir, min têgihişt ku berî her tiştî tu heyî, yarê min. Bi kêfxweşiya xwe, dengê xwe, kenê xwe, nefesa xwe û bi ruhê xwe yê bedew, tu di dil û jiyana min de her dem heyî.
Sipiya berfê ne paqije Ne zelale av qasî dilê te Ronî dibe mîna rojê Ne delalin kulîlk qasî rûyê te Stêrka sibê tuyî, tîna rojê tu yî Germa hevînê, mîna bûharê tu yî🌷
Dîlbera dil şadî
Ey bilbilê dilşadî hela , wer bike fîxan Derdê me girane ey bira , birîna me kûr e Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can Dengê te ye xweştir , ji ney û nay û bilûrê Sê hawe te deng , yek ji sira bayê siba ye Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye Hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e Karwanê me va bi rê ketî , lê şevreş û tarî Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî Bahoz e çelapek têne me , ji her çar kenarî Warê me welat e ey heval , rêça me dûr e Çar hawîr me diz û keleş in , têk dane dijmin Me ji hev radiqetînin bir bi bir , heyf û mixa bin Qet çarew umîda me nema ye bilbilê min Meydan e ji bo hirç û çeqel , gur zûre zûr e Meydane ji bo hirç û çeqel , rovî û keftar Gorî te bim bilbil , ji serê darê tu wer xwar Da pêk ve mijûl bim , bi xwe çend rojên di dijwar Îro li me ferman e , li ser gerdenê şûr e Destê tewqyê îro ku em herdu bidin hev Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev Dinya bi xwe dewran e , bizan geh roj e , geh şev Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der Rewşen kirî Kurdistan ,bi carek wê seraser Nîşana sibê ye , fereca xêrê ne dûr e Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye
Müzik
Reklam
Reklam