Bazîdî berhema xwe a navê balkêş de sazka xwe li ser himên klasik ava dike. Buyer krolonijîk diyalog rasterast in. Kesên baş lap baş, ên xerab jî lap xerab in. Hemî Kurd gelek îdealin; Jîr, destemel,biaqil,serxwe û netew perestin . Dû kesayetê sereke hene Danyal û Zîlan: Zîlanê navê xwe ji Geliyê Zîlan girtiye " Em malbatek in ku me pir êş û kul kėşandine. Niva malbata min di serhildana Agiriyê de windabú. Wexta ku ez zarok búm de û bavê min ji min re "Zîlan û ronya çavên me" digotin ez pê gelek serbilind dibům. Min ji wisa zen dikir ku ji bo min digotin. Lè ez hindi mezin bûm fêr bûm ku navê xaka xwe li min kirine. Ji ber ku di vê xakė de ji Geliyê Zîlan destpê kirin seri rakin, şer bikin, berxwe bidin û şînê bigrin" ( Bazîdî, 2017,r.97) Ew piçûka pênc birane, çuye dibistanê. Keçe pir serxwe ye " Ez dixwazim dinyayė nas bikim. Çima li kuderė dinivise ku miraza jinê di mal de girtî rûniştin e " (Bazîdî,2017,r.94) heman demê de bi hêze ,mêran re kava davêje , him nêçirvanekî pir baş e û him jî jina mala ye; xwerinên pir xweş çêdike. Nexş nemûşê ew çêdike qet kes nikare çêbike. Ji xwe bedewbuna wê nav û deng e. Mêrxasiya Danyal, xwe nasîna wî û camêrtiya wî. Merî divê ew tena serê xwe dikare welat ava bike, her wek kesayetiyên din.
Dema Danyal û hevalên wî amadekariya nêçira mezin dikin, cî da diniqite dilê Danyal ; Şûna ku mêçir bikin nebin nêçir " Nêçîra guran gelek karekė bi xeter e. Cihê ku tu nêçîrvan î, tu dinêrî wan ji nişka ve xwe vajî badane û tu bûyî nêçîrê. "( Bazîdî,2017,r.152) Û dema cenderme derdora kêmina mezin qaşo benda gurganin Danyal dîna xwe dide berê çekên cendermeyan li ser wî û hevalên wî ne. Di vê kêliyê de biryar digire bo paşve çûnê. Ev kêliya epiphanykî ( hay xwe çêbûnê)rengekî dî daye berhemê. Pîştî vê kêliyê çavê Dayêl û ê