PIÇEK AZADÎ HEBYA,BIRÇÎBÛNA WELATÊ ME TÊRBÛNA WELATÊ XELKÊ ÇÊTIRE
5/10
·200 syf.··
Beğendi
·
2026 8. kitabı
Parzemîna cîwan Europe bi şaristana xwe a nûjen buye navenda dinyayê,buye hotela dinyayê: belê hotele ango tenê bo demekî malxweyêtiyê dike. Berhem di serî de wek bîranînên honandî (Autofiction) hat xuya lê nivisa nivîskar a di dawiyê de me dît ku, hemî buyer rastin. Nivîskarî tenê navê kesan û cihan guhertiye. Firat Aydînkayayî di nivîsa xwe a derbarê berhemê de ( nupel.tv/firat-aydinkaya... ) dibêje" berhem, kilîşeyek ji kilîşêyên romanên penaberiyêye" Belê bi giştî wusane, niviskar her û her çand û kulturê dide berhev. Pê re jî peyama xwe a bingehîn dide: dema mirov ji rehên xwe biqete serobino dibe ji keseyatiya xwe, ji rûmeta xwe diqete nema jê biparêze. Hemî kultur û îdeolojî heta bawerî jî têk diçe. Ji Mihemedê Hacîzade ê melayê Îranî tevahî ne çand dimîne ne jî exlaq. Saqî Gulçîna entelektuel û feminîst bi dek û dolaban, pêşî li zewaca Ru'ya xanimê û mêrikê Ereb digire û dawiyê de vî mêrikî dike. Monsieur Luciana Cihûyekî Portekîzî ye û pir dewlemende lê têkçûna herî mezin ew dijî. Rûyê vê dijmintiya olan evîna xwe wunda dike. Axiryê de xwe diavêje ber bextê dijminê xwe û alî wan tê desteserkirin. Ji xwe em aqubeta wê jî nizanin. Niviskar pêşî bala xwêner dikşîne li ser du aliyên herî durê hev: Îsraîla Cihu û Dewleta Îslamî a Îranê . Dijbertiyeke ew qas mezin û şibandina herdu kesan ( Monsieur Luciana û Mihemedê Hacîzade) di serê romanê de destpêdike heya ku dibe axirya romanê. Ol, dewlet, sînor û dijminanî hemî alî kî kesekî Cihû û kesekî Îranî wek "sêvek bin û tu bikî du parçe ne" Bawerim niviskar vê xeteriyê halî dibe û demildest vedigere welat. Hemî penaber ji zilma Rojhilat çûne welatên Rojavayê. Niviskar tevî qerekterên xwe pirsa rûdana vê muhaciriyê dike. Welatên Rojavayî
Edebîyata Kurdî
Hôtel EuropeFerhad Pîrbal · Avesta Basın Yayın · 201254 okunma
Daredevil ve çelişkili yaşamı
8/10
·144 syf.··
2025 83. kitabı
Matt Hand'a katılmayı kendi içindeki adalet anlayışı için yaparken Hand'in ne tür bir pislik ve manipülatif bir örgüt olduğunu bilerek bu çukura giriyor. Bu Şeytan'ın Eli 7+1 sayıdan oluşuyor. 500-507 arasına denkmiş. White Tiger (Angela Del Toro) başta Matt'la beraber gözükse de Hand'in büyüsüne girmiş anti karaktere dönüşmüş. Daredevil Hells Kitchen'dan çıkıp Japonya'ya örgütü değiştirmek için gelse de orada Bakuto isimli Güney Amerika şubesinin lideri ile sürtüşmeler çıkar. Adam sözde yenilikçidir ve efendisini öldürerek oraya geçmiştir. White Tiger adamı öldürüp seppuku süsü vermiştir ve saldırıya uğrayan Matt olay yerine geldiğinde şüphelerini dile getirse de oradan ayrılırken Black Tarantula (Carlos LaMuerto)'yı örgütün başına getirmek için oradan ayrılır. Diziyi izleyenlerin okuması gereken bir seridir.
Marvel
Daredevil, Vol. 21: The Devil's HandAndy Diggle · Marvel Enterprises · 20102 okunma
Ne Kadar Kitap Kurdusun?
0-30p: Kontrollü okuyucu 📖 40-70p: Hafif bağımlı 👀 80p+: Geçmiş olsun, kitaplar seni ele geçirmiş 😅
HEÇKUÎZMA DUXALÎST
8/10
·206 syf.··
Beğendi
·
2025 12. kitabı
·
12 günde okudu
·
Okunma: 26 Haziran 2025 10:52
Lİ DÛ BİHUŞTA BERZE “Heke em mehkûmê zemanekî bin, zeman jî mehkûmê mekanekê ye.” 186 Çîroka Profesorekî ketî duv folklora efsaneyên dîrokê û Sofî Omer. Profesorekî dêya wî Pûr Xanim (Colemergî) û bavê wî Kanî Beg (Cizîrî); profesorekî li Zurîha Swîsrê hatî dinyayê, li wê derê çûyî zanîngehê û piştre, “bo bernameyeke nava zanîngehan tê Amedê, careke din paşve venagere-73” . Çîroka Profesor Mîrza: “,agahî ji Mîrza re tê, KU dayika wî, bi mêrekî Alman re diçe, bavê wî dide dû jineke Fransiz. 74”. “…rojekê nameyek ji welatê biyanî jê re tê KU dibêje; dayika te miriye bila hayê te jê hebe.” 74 Û û û “Jîyana Profesor Mirza hatibû û li gotina “heçku” asê mabû.” Û û û “Hûû Eşimm Wihû! Tûşî Papa! Ho Şaturna!” Û kutekuta dilê wî li ser bêndera şevê gêre dikir. -175 Çîrokeke enteresan, balkêş lêbelê em ê ne li ser tevna çîrokê û teşeya vegotina romanê rawestin, bêtir behsa kesayîya zimanê li romanê bikin. “Êdî qîma dilê wî bi Çİ gotinan nedihat û sebra wî bi ÇU tiştî nedihat. Dinya lê hatibû hev..heçku. Dîsa dihat û diçû xwe li “heçkê heçkuyê” asê dikir. Her tişt jê re bi qasî “heçkuyekê” dûr, bi qasî “heçkuyekê” jî nêzîk bû.” 227 1- Êdî qîma dilê wî bi Çİ gotinan nedihat û sebra wî bi ÇU tiştî nedihat. 2- Dinya lê hatibû hev..heçku. 3- Dîsa dihat û diçû xwe li “heçkê heçkuyê” asê dikir. 4- Her tişt jê re bi qasî “heçkuyekê” dûr, bi qasî “heçkuyekê” jî nêzîk bû.” Ev çar hevokên li pey hev “kesayîya zimanê li romanê” nîşanî me dide lêbelê dîsa jî em li tevahîya romanê binêrin. 1- .. Duxalîzm (cotxalîzm) Tişta li romanê herî ewil bala mirov dikêşe, bikaranîna xalbendîyan e. Ji bo li romana nivîskar a bi navê 4 Kotra 4 Çela bala min kêşabû, bi teybetî min bala xwe da bikaranîna xalbendîyan. Ji vê hêlê ve vegûherîneke darîçav xwe dide xwîyandin. Anarşîya
Edebiyat & Roman
Li Dû Bihûşta Berz EOmer Dilsoz · Peywend Yayınları · 20222 okunma
ANATOMÎYA BERHEMEKÊ Pirpizêkên bizdok-Esra Sağıroğlu
Puan vermedi·80 syf.··
2025 5. kitabı
Berî berhemeke helbestan bixwînim herî pêşî li klîşe û şablona mîzanpajî, li şiklûşemala kitêbê dinêrim. Ev berhem, nola hemû berheman bi klîşeyeke mîzanpajîyê hatîye amadekirin ( ji hin helbestên bijarte yên cîhanê mînak nînin, gaveke baş e). Mînak: kitêb dîyarî kesekê bûye, ev klîşeyeke edebîyatê ye. Her rêzik bi tîpa mezin dest pê dike (li hin deran hatîye jibîrkirin) 1- li vê berhemê “Zimanê helbestê” heye mînak: Zivistanên efsûnî telpeyên ewran şerê qulofîtkan Pirpizêkên bizdok Rûhistînê bizdonek Kenê bitirs sîyek lerzok poşmanîyên derengmayî Serê tivingên hevokan Qeysa lematek Kelehên jinebî Xewna çingo Dantêlên nazbalîfan 2- Klasîkeke helbesta kurdî heye, bikaranîna tasvîrên bi endamên bedenê; Li vê berhemê ne gelek bin jî hene. Mînak: singa bextewarîyê Singa êvarê çengê payizê Enîya êvarê porê şevê lingên xweşbîniyan lêvên wehş, devên tacîzkirinê Qiraxê çavê
Pirpizêkên BizdokEsra Sadıkoğlu · Avesta Yayınları · 20255 okunma
Bijî Azadî û Serbestiya Ajalan
Puan vermedi·184 syf.··
2024 149. kitabı
·
16 günde okudu
·
Okunma: 25 Aralık 2024 11:04
"Sed hezar car şikir ku ez Gemal im...ez beşer bûma min dê çi bikira?" (13) Gemal (kûçik), pirtûka ajalên azadîxwaz û serhildêr e; rexneyek e di eslê xwe de ku li ser zilm û zordarîya mirovan a li hemberî ajalan hatiye kirin. Her çiqas serleheng kûçik bin û vegotin zêdetir li ser wan be jî, mijar ajal bi xwe ne û behsa hemî ajalan tê kirin di berhemê da, tewr ajalên wek ker, meymûn, ga û çend hebên din wek lehengên alîkar cih girtine, car caran tevlî axaftin û guftûgoyan bûne. Berhem ji me ra behsa wan ajalan dike ku ji zilma beşer direvin û ji bo cihekî ewle, ji bo cîhaneke ku tê de bi rehetî bijîn dikevin rê. Ev ajal ne tenê ji deverekî herweha ji gelek deverên cuda têne ba hev, bi hev re rêwitî dikin, di vê rêwîtiyê da hevdu dinasin, ji hev re qala jiyana xwe ya berê, qala rewşa welatên ku jê hatine dikin. Di serî da em tenê dîyalogên kûçikan dibînin, lê rêwîtî çiqas dirêj dibe, ajalên nû tevlî wan dibin. Ji wan ajalan yek jî ker e. Dîyalogên ku kenê mirov tînin di navbera kûçikan û kerê da derbas dibin. Yek ji wan: - Heya ez bi te bidim famkirin, ez ê bibim wekî te hey ji ker kertir! - Ker bavê te ye...te fam kir? :)) Divê em nekenin û derbas nebin, lewra di pirtûkê da jî em dibînin wek jiyana rasteqîn hin taybetî li ajalan tê barkirin û ev taybetî êdî wek kodan di hiş da cih digirin. Mîna ku ev ajal bi van taybetiyan va hatibin dinyayê. Ker her tim wek ajalên gêj, efsene, dereng têdigihijin hatine şayesandin; ev yek di berhemê da jî bi heman hawî ye. Ker dema behsa xwe dike jî li gorî van kodan xwe dide nasîn, helbet ya ku ajalê wiha dide axaftin dîsa xwediyê van kodan e. Ango beşer bi xwe ye. Ez dibêm we jî wisa pê derxistiye, belê rast e, ev pirtûk gelekî dişibe pirtûka George Orwell a bi navê Çewlika Ajalan. Heman lêpirsîn û lêgerîn di vê pirtûkê de jî heye,
GemalXusrew Caf · Avesta Yayınları · 20243 okunma
ÇÎROKÊN NE ÇÎROK,AN JÎ ÇÎROKÊN NEÇÎR'ok
1/10
·70 syf.··
2024 26. kitabı
·
5 günde okudu
·
Okunma: 11 Aralık 2024 10:17
Nivîskarê me'y cîwan Dilbirîn Dilo ,berhema bi navê Çîrokên Neçîrok,cara yekeme xwe berdaye nav behra kurteçîrokan. Çawa ku di navê de jî eşkereye çîrokên neçîrokin. Ango min kirû nekir nekete kirasekî. Kurteçîrokan kurttir. Deqeçîrokan dirêjtirin. Helbet ne tenê bi vî awayî, gelek hêmanên xweve jî nakeve kirês. Li ser vê esasê em dikarin bêjin ceribîneke. Hema bêje hemî çîrok bi devê "ez"ê hatine nivîsin, û diyalog di navde pirin. Wek Çîroka Tenûra Gund; Çîrok zêdetir bi diyalogan pêk tê. Niviskarê me an dudile an jî culet nekiriye metleba xwe bibe serî. Dike hemî gotegotên gund, ên herî eşkere bigire heya ên herî nepenî bîne berdest. Ew buyerên li ser tenûra gund tên jiyîn an jî xeberdan bine berdest, helbet ev yek gelek balkêşe. Ji ber ku kesayetê yekem ê çîrokê tenure,her tişt bi dilekî rehet bal tê jiyîn an jî xeberdan. Niviskar qada xwe pir fireh amadekiriye. Lê bi min honak pir baş nehatiye sazkirin. An ê ser gotegota biçuya an jî ê li ser qewimînên herî nepenî. Me'y ( xwêner) bigota çîrokek li ser erotîzmiye an jî çîrokeke gundan a " fesadiyê"ye. "Xwedayê Zarokan" dîsa bi diyalogan pêktê. Wek qedeçîrok Kurt û Kurmanciye.Deqeçîrok kurte û qul û birîna Kurdbunê bi çavê zarokekî tîne ziman.Dema tu xwediyê axeke,di bin zordariya dagirkerde bî, edebiyat jî bi rengekî tunt û rasterast rû dide. Çîroka me jî a sêyemîn jî wusane.Em bi vê çîrokê têne ser "Bextê me'y reş , felek mera xayine" de. Niviskar gelek aliyan ve ketiye xeteriyek mezin. Jiber ku çîrokên xwe bi şêwaza rasteqîn lêkirye. Taybetî di mesela jinê de dualîbûm dertê holê. Yek bêje bi hijmendiya baviksalarî hatine lêkirin. Ê din bêje rastiya civakêye. Ev xeterî di warê erotîzm û pornografiyêde jî ru dide. A rast di navbera van herdû têgehan hertim xêzeke zirav heye. Niviskar jî ew rîsk
Edebîyata Kurdî
Çîrokên NeçîrokDilbirîn Dilo · Weşanên Na · 20243 okunma