LAP û LAP
Puan vermedi·104 syf.··
2025 13. kitabı
LAP û LAP Pêparê Biharê “Piştî wextekî jî kete xeweke kûr, belkî jî ji xwe va çû, kî çi zane. Çaxa hişyar bû, ez ê salix û silûxên wî yên teze bidime we, lê herge sibê qetla xwe neke hustiyê xwe.”72 “… Ne xewn bû, kapûs bû, kapûs, hazak jî kapûs. Of êş kete serê min. Min dîsa li salonê razaye, Xwedê Hilde û daynene.” 72 “Ma vir e qey, min tovê wan her du lawên xwe di gel Tory Blackê li odeyeke nexweşxaneyê neavêtiye?” 99 Dema mirov vê berhema çîrokan a bergreş û 101 rûpel (hejmara rûpelan balkêş e) dixwîne rastî hîkayetên ji kêlî-enstantaneyên gûndewarî pêkhatî yên bê kompozîsyon û bê gramer, rastî daweşandina ferhenga jîyana gûndewarî ya xwezayî û ekolojîk, rastî lêkerên jibîrbûyî ên bi tenê li heremekê hatî bikaranîn û niha pêdivî bi wan neyî (mînak: çot êdî bi gayan nayêkirin) li gorî bilevkirinê hatî nivîsîn tê. Nivîskar, bala xwe ji tevn û vegotina hîkayetan bêtir daye zimanê herema xwe û bi her awayî heremîbûn xistîye navenda berhema xwe. Nola ji dengê gundîyan çîrok qeyd kiribin û transkrîpsiona wan kiribe, wisa bi vegotineke “devokî” nivîsîye. Yanî, çi qasî bi ser ketîye nizanim lê li gorî zimanê axaftinê hatiye nivîsîn. Gotinên pêşîyan, biwêj, zom, puş, quloz, kanî, bayê felekê û û û… Ziman zindî ne; nola bedena mirov hin hucreyên wan dimrin û ji hucreyên nû re cih vedikin. Bi demê re hin peyv wenda dibin ji hafiza mirovan “delete” dibin. Mînak, peyvên nola gîsin, mêlheb, destar, meşk, ji literatûra gûndan jî derketine, êdî û cih dane peyvên nola traktor, romork, dîzel, klîma, otomatîk û gelek peyvên tîktokî yên dijîtal û “dij î tal”. Mimkûn e nivîskar xwestibe nostaljîyekê bike, xwestibe wî zimanê li zarokayîya li hişê xwe nivîsî, ji dapîr an bapîr gûhdarî kirî, neyê wendakirin, li qeydûquytan bimîne. Hin nîşeyên vê xwendinê yên ji bo bingeha
Pêparê BiharêMem Zînistanî · Avesta Yaynları · 20252 okunma
Qisedanek li ser Xweşikiya Evînê û Xema Cudabûnê
10/10
·79 syf.··
Beğendi
·
2025 24. kitabı
·
4 günde okudu
·
Okunma: 24 Mart 2025 21:33
"Evîn, xewna abadîn, bihuşta ruh; lê dûr û nediyar." (Bîra Qederê, M. Uzun) Merheba cotkar û karker, hemû proleter :) li ber dengê ava biharê û li ber tîna agirê newrozê, dikim bi nirxandineke kurt û kurmancî serê we biêşînim. Em ê vê carê behsa berhemeke Şêrzad Hesen bikin ku bi navê xwe M ye û ji sê çîrokan pêk tê. Şêrzad Hesen yek ji gewretirîn nivîskarên edebiyata kurdî ye, xwediyê şêwazeke mûazzam, zimanekî bi sêhr û sembol e. Ev pirtûka wî ya çaran e ez dixwînim, di heman demê da pirtûka duduyan e ku li ser dinivîsim. Hema bêje di hemû pirtûkên wî da em pirsgirêkên civakî û vegotina wan a metaforîk dibînin. Hesen, ji hêla ziman/vegotinê ve (bi min) nivîskarê herî serkeftî ye ku ew zimanê bi kar tîne hem îronîk e, hem jî pirr helbestane ye. Di vê berhema xwe da jî nivîskar bi rêya çîrokan, dîs bi heman şêwazî, xwînerên xwe kaş û berkaşê nava pirsgirêkên civakî dike. Di her sê çîrokan da jî ligel temayên din temaya evînê û êşa cudabûnê derdikeve pêş. Çîroka ewil a bi navê "Gula Reş" ji me ra behsa evîna Hêmo û Hêro dike ku ev herdu leheng cînarên hev in, paceyên xaniyên wan li hev dinêrin. Malbata Hêmo qereçî ne, Hêro jî keça malbateke dewlemend û navdar e. Nivîskar vê statuya civakî bi rêya lehengên çîrokê bi zelalî dide nîşandan. Ji ber cihê wan ê li civakê û ji ber nêrîna li hemberî qereçiyan mixabin ne mumkun e herdu evîndar bigihîjin hev. Hêmo tim li ser banê xanî, li benda Hêroya keça cîran disekine ku pencerê veke û wî bibîne, lê mixabin ew pencere hîç venabe..(li ber pencereyê jî gul hene ku ev jî wek metafor di çîrokê de cihê xwe digirin.) Hêmo ji ber cudabûna Hêro pirr diêşe, heta dawiya çîrokê behsa xweşikbûna evînê û êşa cudabûnê dike. Em dikarin bibêjin li vir "cudabûn" bi du wateyan hatiye bikaranîn. Yek, dûrbûna ji yarê ye, ya din jî cudahiya di
MŞêrzad Hesen · Avesta Yayınları · 201124 okunma
Etimoloji Defteri
Mücellit Nedir ?
Puan vermedi·710 syf.·
2024 33. kitabı
Berîya binivîsim dizanim wê nivîsek dirêj be. Min ev pirtûkê yekem car, li pirtûkxaneya bajarê lê dimînim dît. Ez ji bo pirtûkên Sartre ya bi navê "hebûn û nebûn" û pirtûka Heidegger ya "hebûn û wext" çûbûm pirtûkxaneyê lê beriya wan rastî vê pirtûkê hatim û min wêneya wê kişand. Wan çaxa piştî Spinozayî valahiyek gelek mezin di jiyana min de rû dabû. Min jî dixwest xwe biavêjim hebûnperestan û wê valahiyê bi wan tije bikim. Gava min didît fikrên min, sedsal berê hatine gotin hestek nûwaze li ser dilê min rûdinişt. Di Spinozayê de min gelek caran ev çêj tehm kir û Spinoza tehmek wisa li ser min hiştibû ku min digot ti carî ez nikarim tehmek wisa ji kesekî din bistînim. Lê heta rastî vê pirtûkê hatim.... Pereyê pirtûkê hinek giran bû ji ber wê kirîna wê wext xwest hinek. Li zankoyê min pirtûkê sipariş da û hat. Di wê demê him ji ber nexweşiya xwe him jî ji ber meseleyên taybet, rojên min bi krîz û nobetan derbas dibû. Wextê pirtûk kete destê min, min dest pirtûkê nekir lê heftiyek du heftî ji ser derbas bû min xwe negirt û min dest xwendinê kir. Min gelek cihên pirtûkê xêz kirin. Lê nexweşiya min dev ji min berneda. Çend rojan li xestê razam û dema bijîşkê min pirtûkê dît şaş ma. Got "waow sen ne güzel kitaplar okuyorsun!. Keşke senin gibi bunlarla ilgilenebilseydim". Min jî tiştek negot û çû. Min pirtûk xilas kir lê di dawiyê de min ferq kir ku min xwendinek kûr li serê nekiriye. Ji ber ku rojên min gelekî bi êş û keser derbas bûn. Ango wê demê bihar hatibû welatê me lê nehatibû min, tiştên ku di wêxtî jî min dikir di bin zivistana hundirê min de buz digirtin, wekî vê pirtûkê.... Du sê meh derbas bûn û ez hinekî hatim ser xwe. Çawa min dît baş im, min dîsa niyet kir bixwînim. Vê carê ji ya berê xweştir derbas dibû. Ez li serê gelekî hûr dibûm û min notên gelek
Kurdî
Akılcılıktan VaroluşçuluğaRobert C. Solomon · Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları · 202059 okunma