Bihar hat şin bûn giya
Û li ber kirin xemilîn çiya
Geştan bikin ser kaniya
Ji xeyri di çit şibhê ziya
Beraq , pak û safiya
Eşqa welat!
Eşqa welat!
Te cerg û meylakê me pat.
Carekî din min diba xwezî
Konê di reş kiribit bi zî
Tu mast li ser avê tazî
Zeryet wekî sirmê kezî
Li bêriyê li pey bizinan dibezî
Eşqa welat! Eşqa welat!
Te cerg û meylakê me pat
Bo çi te em bûn cûde
Me terk kirin lezet sefa
Şahan goçe dana geda
Hatin li bin xaniyî me da
Eşqa welat! Eşqa welat!
Te cerg û meylakê me pat.
Kanî! Welatê serhedan
Sotim ewan ateş gedan
Lewra go ger bûne şivan
Dengê hawaran gaziyan
Eşqa welat!
Eşqa welat!
Te cerg û meylakê me pat.
Dengek tune şuxulek ecêb
Em mane ii ser gira xerîb