Bişenge
ji virdibihîsim, nalîna te bîşengê, gelek zor e, belê, wiha çîptazî li zivistanê. xemê nexwe, sibatûg e, qûnşilûg e, ba û esman û baran, gurgurûg e, tirtirûg e. pir nema bibe bihar, heşîn bibe gulya te, çûk govendê bigerînin, heyv bê mêvaniya te. tu ew bîşenga nazdar, bixemilî wek bûkekê, xwe ragirî l'vê axê, ji par b'hêztir û çelengtir. ez çi xweliyê l'xwe bikim, çawa 'emrê çûyî paş ve bînim.
Sayfa 108
Kurdî