Hebs û zindan
Hebs û zindan kûr û tarî xewa min nayê
Ji eşq û evîna gulê ketim belayê
Gula min vebû û bîn da li serê çiyayê
Min got gula min wer vir gul bê dem nayê
***
Gula min kesk û sor gula min zer e
Hebs û zindan tê de riziyam gul bê xeber e
Gula min bindest e bi kul û keser e
Dest ji gulê bernadim can bidim ser e
***
Gula min rengîn e gula min geş e
Gul bi xelkê tal e bi min pir xweş e
Dinya li ser min rûne dem li min reş e
Dest ji gulê berandim ku xwîn bimeşe
***
Hebs û zindan kûr û tarî tê de dinalim
Ji eşq û evîna gulê gelek bêhal im
Gula min bindest e pir dem û sal in
Kî bistîne bi xwînê pê re heval im
***
Gula min tu xeyidî, min guneh çi kir
Te ji min re çi got, min bi can û dil kir
Min mal û can da ser, dîsa hindik kir
Riya min gelek dûr bû va eşqê kin kir