bi qasî bimrin ji te hez kirin
û mirin…mirin…mirin!
bi her mirinê mirin bi min şîrîntir kirin
bikêl,bêkêl;kîjan dildarî rakim ji qebrê?
her yekî temenek bexşî te kirin!
Hîn ne bes e?!
Ji bo xatirê çavên wan,
Min pirtûka sor a Mao ezber kir.
Min Lenîn kire keyayê Cirtaweyê…
Min şîna Hesen û Hûseyn girt,
Çend Dehaq li min bûn Kawe!