Cîhan ne xirab û xale ne jî wêrane
Nebêje ya min e û bê xwedî xwedane
Li zincîr û leleyên nebat, ax û avê binêre
Tê bibînê kilîd û qurfên razê girêdane
Bi navê yezdanê pakî dilovan û mehrîban
Bendî şems im, di roje de tav u hewat im
Di derya de qiram, di ajda de reng û pak im
Di ava zemre de, zelal û dirî sak im
Min rindek dît siwarbûyî li hespê zemîn
Ne kufr û ne îslam û ne dinya û ne dîn
Ne heq,ne heqîqet,ne şerîet,ne yeqîn
Li du cihanan kî ye ji vî bicigertirîn