Çavên te,
Aliyê aramî ya jiyanek gemar bû,
û bêhna te,
Hêvî ya şerekî giran bû,
kenê te ji,
Ji demsalan bihar bû,
Nebûna te ji min re,
Ji hestan êş bû,
Xeyalên te ji,
Ji nexweşiya min re,
Dermanêk ji dermannan bû,
Û jiyanek bê te,
Bi qasî jiyana perperokan kurt,
Û wek kulîlka zivistanê,
Bê wate bû,
Hebûna te wek welatekî azad,
Û kefa te cîhek ji bihuştê bû,
Tu di dilê min de cihek,
Û ji hebûna min zêdetir,
Tu bi qasî deh jiyana bûyî delal.
#Canşer Özalp