Dewleta neteweyî (yan dewleta modern) diyardeyeka nû ye, yek ji giringtirîn encamên rûşengerî û modernîta Ewrûpayê tê jimartin. Di heman demê de berhemeka rasterast a neteweperiyê ye ku di dawiya sedsala hêjdehem, wek sistemeka fikri, kulturî û dawîn îdeolojî ya siyasî li Ewrûpayê derket û berbelav bû. Li gorî neteweperiyê, cîhan ji neteweyên curbicur pêk tê, lewma her neteweyek ji bo ku bikare xwe wek yekêyeka siyasî û kulturî derbibire û cîhek di pêwendiyên gerdûnî de ji xwe re xweş bike pêwîst e pênasaya (identity) xwe hebe (an lêbike). Pêwîst e bixwe li ser çarenûsa xwe ya siyasî biryar bide, berjewendiyên xwe, bi rêya siyaseteka neteweyî ya serbixwe ve dabîn bike. Dabînkirina vê siyaseta bêyî kontolkirina ev xaka ku netewa xwe tê de dijî, yanî bêyî bûna dewleta neteweyî nikare. Lewra damezrandina dewleta neteweyî bû armanca her bizaveka neteweperweriyê.
Lê ez bi xwe her evindarê tehtên çîya me.
Ew lat û zinar, tim keleha mêrxasên min bûn
Çiqas di nava kuntarên wan ez gerîyame.
Cihek nine ku wekî çîyan xurtî dide min,
"Bi kêmanî cihekê min heye ez birevimê, ez bawer nakim Yûnanistan van nêzîkan noqî bin behrê bibe, lê cihê we yê revê jî nîne. Heta ku cihekê însên heye bireviyê bila netirse, tirs wî çaxî pir mezin e heynê ku derîyek li ber mirovî namîne ku jê bireve."
Berê min li welatê min e. Lê gelo êdî cihek dikare ji vî giyanê min î aware re bibe welat! Xakek dikare hestên min ên tevlihev û dînbûna min bihewîne! Kîjan bajar dê
lalbûna min fêm bike? Kîjan dost dê bêdengiya min mîna axaftina têrwate nas bike! Pişta min li janekê ye û di pêşwaziya min de jî janek e. Ez im rêwiyê ku di nav kelûkortên janan de tême
jenandin. Ez jan im. Ez janeke li ser du lingan im. Ez janeke bê ziman im.