Puan vermedi
Bazîdî berhema xwe a navê balkêş de sazka xwe li ser himên klasik ava dike. Buyer krolonijîk diyalog rasterast in. Kesên baş lap baş, ên xerab jî lap xerab in. Hemî Kurd gelek îdealin; Jîr, destemel,biaqil,serxwe û netew perestin . Dû kesayetê sereke hene Danyal û Zîlan: Zîlanê navê xwe ji Geliyê Zîlan girtiye " Em malbatek in ku me pir êş û kul kėşandine. Niva malbata min di serhildana Agiriyê de windabú. Wexta ku ez zarok búm de û bavê min ji min re "Zîlan û ronya çavên me" digotin ez pê gelek serbilind dibům. Min ji wisa zen dikir ku ji bo min digotin. Lè ez hindi mezin bûm fêr bûm ku navê xaka xwe li min kirine. Ji ber ku di vê xakė de ji Geliyê Zîlan destpê kirin seri rakin, şer bikin, berxwe bidin û şînê bigrin" ( Bazîdî, 2017,r.97) Ew piçûka pênc birane, çuye dibistanê. Keçe pir serxwe ye " Ez dixwazim dinyayė nas bikim. Çima li kuderė dinivise ku miraza jinê di mal de girtî rûniştin e " (Bazîdî,2017,r.94) heman demê de bi hêze ,mêran re kava davêje , him nêçirvanekî pir baş e û him jî jina mala ye; xwerinên pir xweş çêdike. Nexş nemûşê ew çêdike qet kes nikare çêbike. Ji xwe bedewbuna wê nav û deng e. Mêrxasiya Danyal, xwe nasîna wî û camêrtiya wî. Merî divê ew tena serê xwe dikare welat ava bike, her wek kesayetiyên din. Dema Danyal û hevalên wî amadekariya nêçira mezin dikin, cî da diniqite dilê Danyal ; Şûna ku mêçir bikin nebin nêçir " Nêçîra guran gelek karekė bi xeter e. Cihê ku tu nêçîrvan î, tu dinêrî wan ji nişka ve xwe vajî badane û tu bûyî nêçîrê. "( Bazîdî,2017,r.152) Û dema cenderme derdora kêmina mezin qaşo benda gurganin Danyal dîna xwe dide berê çekên cendermeyan li ser wî û hevalên wî ne. Di vê kêliyê de biryar digire bo paşve çûnê. Ev kêliya epiphanykî ( hay xwe çêbûnê)rengekî dî daye berhemê. Pîştî vê kêliyê çavê Dayêl û ê
Edebîyata Kurdî
Çavên GurgîCemîl Turan Bazıdî · Ayrıntı Yayınları - Sarı Kitaplar · 20171 okunma
Puan vermedi·710 syf.·
2024 33. kitabı
Berîya binivîsim dizanim wê nivîsek dirêj be. Min ev pirtûkê yekem car, li pirtûkxaneya bajarê lê dimînim dît. Ez ji bo pirtûkên Sartre ya bi navê "hebûn û nebûn" û pirtûka Heidegger ya "hebûn û wext" çûbûm pirtûkxaneyê lê beriya wan rastî vê pirtûkê hatim û min wêneya wê kişand. Wan çaxa piştî Spinozayî valahiyek gelek mezin di jiyana min de rû dabû. Min jî dixwest xwe biavêjim hebûnperestan û wê valahiyê bi wan tije bikim. Gava min didît fikrên min, sedsal berê hatine gotin hestek nûwaze li ser dilê min rûdinişt. Di Spinozayê de min gelek caran ev çêj tehm kir û Spinoza tehmek wisa li ser min hiştibû ku min digot ti carî ez nikarim tehmek wisa ji kesekî din bistînim. Lê heta rastî vê pirtûkê hatim.... Pereyê pirtûkê hinek giran bû ji ber wê kirîna wê wext xwest hinek. Li zankoyê min pirtûkê sipariş da û hat. Di wê demê him ji ber nexweşiya xwe him jî ji ber meseleyên taybet, rojên min bi krîz û nobetan derbas dibû. Wextê pirtûk kete destê min, min dest pirtûkê nekir lê heftiyek du heftî ji ser derbas bû min xwe negirt û min dest xwendinê kir. Min gelek cihên pirtûkê xêz kirin. Lê nexweşiya min dev ji min berneda. Çend rojan li xestê razam û dema bijîşkê min pirtûkê dît şaş ma. Got "waow sen ne güzel kitaplar okuyorsun!. Keşke senin gibi bunlarla ilgilenebilseydim". Min jî tiştek negot û çû. Min pirtûk xilas kir lê di dawiyê de min ferq kir ku min xwendinek kûr li serê nekiriye. Ji ber ku rojên min gelekî bi êş û keser derbas bûn. Ango wê demê bihar hatibû welatê me lê nehatibû min, tiştên ku di wêxtî jî min dikir di bin zivistana hundirê min de buz digirtin, wekî vê pirtûkê.... Du sê meh derbas bûn û ez hinekî hatim ser xwe. Çawa min dît baş im, min dîsa niyet kir bixwînim. Vê carê ji ya berê xweştir derbas dibû. Ez li serê gelekî hûr dibûm û min notên gelek
Kurdî
Akılcılıktan VaroluşçuluğaRobert C. Solomon · Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları · 202059 okunma
Hangi tür kitapları seviyorsun? 🔎 Polisiye 💕 Romantik 🚀 Bilim Kurgu 🏰 Fantastik 📖 Klasik 🧠 Kişisel Gelişim 🏛️ Tarih 😱 Gerilim
ROJEKE TYLER, NIETZSCHE, HEIDEGGER Û SARTRE TAŞTÊ DIXWIN..
Puan vermedi·218 syf.·
2024 5. kitabı
Chuck Palahniuk di pirtûka xwe ya "Koma Şerî" de, li dijî civaka serfkariyê, nirxên dinyaya nûjen û krîza lêgerîna wateyê bi serîrakirina Tyler Durden derdikeve. Di vê serîrakirinê de em dikarin di navbera Tyler Durden û mirovê raser ê Nietzsche de têkiliyek kûr a felsefî bibînin. Gelo bi rastî jî Tyler mirovê raser ê sedsala 21an e? Ji bo em vê pirsê bibersivînin divê em hinekî bi kûr lê felsefeya wan baş binêrin û em analîzek baş ji her duyan derxînin. MIROVÊ RASER (Übermensch) Em analîza xwe pêşî ji mirovê raser ê (Übermensch) Friedrich Nietzsche dest pê bikin. Têgeha mirovê raser a Nietzscheyî, di pirtûkên wî yên li ser exlaq û nirxan de, cihek gelek girîng digre. Wextê Nietzsche digot "XWEDÊ MIR" di heman demê de dixwest bibêje ku pergalên exlaqê û nirxan li ber mirinê ve diçin. Wî wisa bawer dikir, piştî mirinê, bi navekî din hilweşînê, divê mirov xwe û nirxên heyî ji nû ve ava bikin. Di vê avakirinê de jî mirovê raser di asta herî bilind de cih digre. Ew sembolek e ku nirxên xwe diafirîne, xwe azad dike, îradeya xwe şanî dinyayê dide û wateya jiyanê diyar dike. Her wiha ew hemû nirxên kesane û civakî yên hatine çêkirin xem nake û dibe afirînerê jiyana xwe. TYLER DURDEN Û MIROVÊ RASER Beriya dest Tyler bikim divê behsa kesekî din bikim. Navê wî ne diyar e lê em ê jê re bibêjin serleheng. Tyler Durden, ji hişê serlehengê me jidayîk dibe. Lehengê me li gorî Tyler mirovekî çep e. Ji çepê qesta min jî mirovek ne ji mirovên serdema xwe ye. Ew xwediyê gelek taybetmendiyên mirovê raser ê Nietzscheyê ye. Tyler hemû rêzik û nasnameyên ku ji aliyê civakî ve hatiye pejirandin red dike û ji bo mirov ji wan rêzik û nasnameyan, xwe xilas bike ji wan re rêyek xirakar ava dike. Armanca Tyler ew e ku mirovan jê xulamtiya civaka serfkariyê xilas bike û bê tesîra civakî, bikaribe mirov xwe ji nû ve
Kurdî
Fight ClubChuck Palahniuk · Vintage Books UK · 199711,4bin okunma
di dinyaya xwedayê mirî de, li pey şopa mirovê raser!
Puan vermedi·335 syf.·
2024 77. kitabı
HIN MIROV PIŞTÎ DIMIRIN, JIDAYÎK DIBIN. (Zerdeşt wisa xwest) Di nivîsa jor de jî tê xuyan, Nietzsche baş dizanibû di wextê xwe de wê neyê fêm kirin. Belê hin kes di jiyana xwe de nirxê heq dikin nastînin. Karê ew dikin, berhemên ew çêdikin zêde bala mirovan nakişînin. Lê piştî ev kes dimirin ji nû ve jidayîk dibin. Bi saya kar û ramanên xwe navdar dibin. Van Gogh û Nietzsche jî mînakên herî berbiçav ên vê yekê ne. Van Gogh di jiyana xwe de tenê çend tablo firotine û debara xwe nekiriye, lê piştî mirina wî berhemên wî ji aliyê bi milyon kesî ve hatiye ecibandin û buhayên gelek mezin ji bo berhemên wî hatine xerckirin. Nietzsche jî hinek jê cuda bû. Ji ber ku wî dizanî, wê rojek were mirov jê fêm bikin. Heta digot ramanên min, ne li gor vê demê ne, ji vê demê wêdatir in. Wekî nietzsche jî got ramanên wî yên felsefî di dema xwe de hîç nehatibin famkirin jî piştî mirina wî berhemên wî bi kûrahî hatine vekolîn û ev vekolîn bûne sedema tesîra li ser gelek tevgerên felsefeyî. Wekî min got Nietzsche bawer dikir ku ramanên wî ji dema xwe wêdatir in. Heta ku di pirtûka xwe de jî dibêje, guhê ku min bibihîze niha tune ye. Yanî dixwaze bibêje ku ti hiş tune ye ku min fêm bike. Ti çav tune ye ku min bibîne. Her wiha ev yek heye divê bê gotin şert û mercên civakî û çandî yên dema wî jî li ne li gor ramanên wî bûn û di wê wextê de fikrên wî yên radîkal û nûjen fam bikin û qebûl bikin jî tune bûn.. Ji ber vê yekê, wî jixwe re digot divê dem derbas bibe da ku bila ramanên min bi tevahî werin nirxandin û fêm kirin. Ji ber vê yekê berhemên Nietzsche di dema xwe de ji aliyê girseyek mezin ve ti car baş nehat fam kirin û qebûlkirin. Lêbelê, piştî mirina wî, bi taybetî di destpêka sedsala 20-an de, ramanên wî bêtir hatin xwendin û niqaşkirin. Li pey vê xebatên wî ji hêla gelek
Kurdî
Böyle Söyledi ZerdüştFriedrich Nietzsche · Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları · 202447,6bin okunma
Kurteanalîzek Li Ser Pirtûka Evdal Baqî, "Bablîsok"
Puan vermedi·104 syf.··
2022 30. kitabı
Pirtûk ji kurteçîrokek û yanzdeh çîrokan pêk tê. Bi rastî jî her çîrokek û xwedî gerdûneke cûda bû di nav xwe de. Dixwazim ji hêla her çar hêmayên ku hemî çîrok li serê ava dibin li vê pirtûkê binêrim lewra vê pirtûkê ji dil jî heq kir ku mirov li serê lêkolînekê an jî analîzekê bike. Cih/Mekan: Ji mêj ve ye min çîrokên bi vî qasî xwedî taybetiyên mekanên Kurdewarî nexwendibû herwiha cihên ku bûyer lê derbasdibin wekî gund, hewş, eywan, girê cinan, mizgeft, bîr, ser xênî û hwd. Nivîskar di çîroka "Ev Lîstik Bi Mirinê Xelas Dibe" de mekanekî ku di mêjiyê her kurdî de an jî hema bêje li hemî gundên Kurdan ku cihek wisa taybet heye ava kiriye "Girê Cinan" cihekî efsûnî û mişt tirs jixwe ji navê wê jî diyar e. Ez bawer im di zaroktiya me hemûyan de cihekî wisa bi efsûn, cihekî wisa bi tirs hebû. Qet tune be mezel(gor)ên gund xwedî taybetiyeke wisa ne bi gelemperî. Girê Cinan, ne gengaz e ku xwendevan nebe wî cihê taybet ku di zarokatiya wî/wê de navê 'tirs'ê li mêjiyê wê/wî nexş kiriye û heta bi heta dê di binhişiya wê/wî de bijî. Ezê yek bi yek li ser mekanên hemî çîrokan nesekinim lewra nivîs dê gelekî dirêj bibe. Wext: di çîrokan de wext wextê zarokatiya me ye, ne anha ye. Her çiqas di hin çîrokan de qala dema têdeyî bê kirin jî ew ji bo leheng û nivîskar e lewra dema mirov dest bi xwendina çîrokan dike bivê nevê mirov niqûyî gola demên berê dibe. Nizanim gelo bi zanebûn 'bîr' ewqasî hatiye bikaranîn an ji ber ku li wê herêmê bîr pir tên bikaranîn ev tesadûfek e lê bi ya min çiqasî bi zanebûn çiqasî bê zanebûn be jî ew bîr binhişiya nivîskar bi xwe ye û ew binhişî jî bi gelemperî ji demên zarokatiyê mane. Bîr metaforek e û di wateya 'wext' , 'dem' ê de bi gelemperî tê bikaranîn. Herwiha di destpêkê de jî gotina li ser bîrê bawer im tesadufeke xweş e Di hin çîrokan de ji
Kurdî
BablîsokEvdal Baqî · Wardoz Yayınları · 015 okunma
Divê Çîyayên bilind Ji Kokê Werin Rakirin!!!
Puan vermedi·103 syf.··
2022 12. kitabı
Dîsa nivîskarek ku ne li welatê xwe ye, li welatên xerîbîyê ye: Fawaz Husên. 1953 an hatîye dinê hêja saxe. Li Fransa'yê dijî. Vê pirtûka ku bi zimanê dayîkê hatîye nivîsin mixabin min xwedîyên zimanê ku dixwazin ev zimanê dayîkê bê ji bîrkirin xwend. Ji ber ku min ev pirtûk dikana kevnefiroşên pirtûka dît û ew derfetê min û ku ez bêjim bila pirtûk bi eslê xwe be tune bû min jî bi zimanê Tirkî xwend. Û wekî hûn dixwînin û dibînin jî ez lêkolînê bi Kurdî dikim edî çiqas wê Xwendina Tirkî û lêkolîna kurdî li hev bikin ez nizanim. Werhasilê ji nivîskar jî û ji we jî lêborînê dixwazim. Min çi xwend ez baş nizanim a rastî. Nizanim ji ber ku wextên min pirtûk dixwendin ez baş lê miqate nebûm, pirtûk wekî roman derbas dibû û min jî weka romana xwend û ne roman bû yan jî pirtûkek giran bû nizanim edî. Lê ji ber ku min pirtûk wekî formata romanê xwend heta ji destê min were çiqas xeletî be jî( dibe ku ne xeletî be jî ) dîsa bi formata min roman xwendibe ez ê li ser pirtûkê şîrove û lêkolîn bikim. Pirtûkê de cîhek derbas dibe jê re dibêjin Amîdabad. Û ev Amîdabad jî ez dibêm nivîskar weke navê welat lê danîye. Û ev welat, Amidabad bi leşkeran tê talan kirin û Koç dest pê dike. Lehengê pirtûkê zilamek bê nave. Û ev leheng jî koç dike Fransa' yê. Û li Fransayê tim û daîm bi hesreta Amidabad ê dijî. Piştî ku ji Amidabad ê koç dike jiyanek wî bi tenduristî çê nabe. gava ku xwendevan pirtûk dixwîne dibîne ku Nexweşîyên derûnî li lehengên pirtûkê de xuya dikin. Leheng Bi xeyalên Amîdabadê radizê, bi bîranînên Amidabad ê rojên xwe diqedîne... Jîyan wî Amîdaba dê tevlî jîyana wî Fransa'yê dibe û ti xêrek ji jîyana xwe nabîne.... Zimanê pirtûkê gelek gelek xweş bû ji bo min. Hevokên qin, peyv û hevokên bijartî û bixeml. Lê ez dikarim bibêjim ku bûyer di pirtûkê de qet derbas
Kurdî
AmidabadFawaz Hussain · Avesta Yayınları · 200432 okunma