Demek berê min ji hevalê xwe pirsî ''Heval gelo pirsgirêka me, ya ciwanên kurd çîye? Hevalê min bersivek da lê ev bersiv bersiva ku min dixwast û li ser pirsa min nebû. Got '' Heval wekî ku tu jî zanî em zanîngeha de bi zimanê tirkî perverdehî dibinîn, hin cara em peyvên latinî, îngîzi vedigerinîn tirkî lê disa jî jê fêm nakin çimkî tirkîya me jî kême. Ez bawer dikim ku ev pirsgirêka gelemperî bi kurdan ve heye.''
Naha em anektodekî amade bikin û li ser bifikirin. Kesekî an jî civakekî bifikirin ku zimanê wan qedexeye, perverdeya xwe bi zimanekî biyanî dibînin, gelemperî di nav rojanê de bi zimanekî biyanî diaxivin. Ev kesa an jî civaka ne zimanê xwe yê dayîkê zane ne jî zimanê serdest. Yani bi alîyê ziman de negihiştîye.
Ziman kêm be mirov bixwe kême, ziman kêm be fikir kême, ziman kêm be serkeftin kême.
Mixabin heya ku zimanê dayîk ji bo me gihîşt û heya bêdewletbûn ret bû zimanê biyanî ji bo serkeftinê hewceye.