Şervan mir û ma ceban
Haj xwe hebe kurdo, îro dijî sibê eman.
Çend Şervan mirin ji bo çend ceban
De rabin kurdo bila bijî Şervan û bimre ceban.
Ferhîd Mamoje
Divê ez bi peyv û hevokên nû ve evîn biafirînim xanim
Lê dîsa diherimin, dîsa dawî dibin evîn û hêvîn...
Divê ez dîsa bijîm, di dinya yê de çiqas hîs hebe berhev bikim û hineka di mêjî yan de derxînim, evînekî ne herimî ne levitî derxim û daynim pişt singa te.
Singa te, axx
Singa te bila nerize
Bila beybûn, binevş... çi kulîlk hebin tê de bigihîjin.
Ji ber ku xanim, mirin nagîje memikên te. Te çend zarok mêjand tu ewqas bêdawî yî.
Derxe pêsîrê xwe çend zarok û min bimêjîne bila tu bêdawî û em bextewar bibin.
Ferhîd Mamoje