Ez dibêjim ku hewceye em li ser aîdiyeta ziman bifikirin û biaxivin. Hin kesan gotîye mirov çiqas peyv bizanibe evqas dikare bifikire, xeyalan bike, ez vînî hinek zêde dikim û dibêjim mirov çiqas peyv, ziman bizanibe evqas dijî. Gelo ev tişta çawa dibe? Dema ku em ê behsa tiştekî, kesekî, hîsekî bikin em çiqas peyv bizanibin em dikarin zêdetir li ser wê/wî kise bikin. Lê jiyîn li ku dera wî de ye ? Jiyîn her dem di nav mêjiyê mirov de ne, em ger bixwazim pêşdarîyekî xurt çêkin jî me re peyv û ziman lazime hwd. Mêjî bixwe bi peyvan dijî , jîyan ça bi mejî ve girêdayî be mêjî jî bi peyvan re girêdayî ye. Di encamê da em dikarin bêjin ku kê/kî zêdetir ziman û peyv bizanibe ew kes yên din zêdetir dijî. Ev gotin tenê fikrekî xave.
Lê yên bê ziman gelo çawa dijîn?
Gelo aîdiyeta ziman tinebe mirov bê ziman nabîne? Aîdiyeta ziman tinebe mirov dikare bijî?