Lorîn S. Dogan, di sala 1975an de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Ew, yek ji wan çîroknûsên edebiyata kurdî ye; Serê Sibê pirtûka wê ya çaran (2024) e. Her sê pirtûkên wê yên din, Kirasê Teng (2007), Destên Vala (2012) û Sindoqa Girtî (2020) bi temamî ji çîrokan pêk tên. Lewra di edebiyata kurdî de dema behsa çîroknûsiyê tê kirin, li gel Hesenê Metê, Lorîn S. Dogan tê bîra min. Herçî ji çîrokan, ji çîrokên modern hez dikin teqez divê ji mêweya berhemên van herdu çîroknûsan tehm bikin.
Ji ber ku min her sê berhemên wê yên din xwendine, ez bi rehetî dikarim li ser vê berhema wê hûr bibim, vê berhemê bi yên din ra muqayese bikim û behsa guherîna şêwaza Lorîn Xanimê bikim.
Serê Sibê, ji 17 çîrokên kurt pêk tê û li ser hev 71 rûpel e. Pertûkeke tenik û herikbar e. Temaya çîrokan bi gelemperî wiha ye: jinbûn, têkiliyên jin û mêran, têgeha malbatê, hestên nuxamtî, tevgerên veşartî, eşq, gihîştin, veqetîn û hwd.
Li gorî berhemên wê yên din, di vê berhema xwe da em dibînin ku nivîskara me bêtir bi nêrîn û helwesteke femînîst nivîsiye. Her çîrokeke vê pirtûkê di esasê xwe da rexneyek e bo civaka heyî û normên diyarkirî. Ango pirsgirêkên ji ber nasnameya zayendî zêdetir xwe didin nîşandan. Di berhemên beriya vê da, em dibûn şahidê pirsgirêkên ji ber nasnameya neteweyî jî. Bûyera komkujiya Helebçê ku ew di dîroka kurdan da û di hafizaya kolektîf da xwediyê cihekî girîng e, yek ji wan mijarên çîrokan bû. Wekî din dîsa helbet têkiliyên malbatî û têgehên wek jin û dayik jî bibûn mijarên sereke yên çîrokên Lorîn Xanimê.
Di vê berhema wê de, çîroka ewil Serê Sibê ku navê xwe daye pirtûkê jî, bi metafora xwînê dest pê dike. Di heman demê da mijara çîrokê jî xwe dispêre rastî û qaîdeyên civaka kurd, di derheqê normên vê civakê de hin agahiyan dide xwîner. Dema min ev çîrok xwend yekser