"ez ji zemanekî dûrî te, dinivîsim bo te.
wisa dûrî xwe. li ber taldeya hezargehê.
min niha pişta xwe daye hezê û lê hêwiriye
hizira çêbûna te. û bedew û xwerû,"
Kesên wek Cesaire, Fanon, Memmi nîşan daye ku serdest, bi gelek awayan bindestan wisa diwesifînin. Wek ku Fanon dibêje, ev heqaretên seraqet di ruhên bindestan de kompleksa këmbûnê çêdikin. Wan ji eslê wan dide nefretkirin û biyanîkirin. Eslê wan xera dikin û xwe bi bindestan didin teqlîdkirin; lê tu carî jî li xwe danayînin ku wan tam ji xwe bihesibînin; kolonyalîst bi vî awayî bindestan dixin arafekê.
ez fêrî yek rengiyê hatim kirin!
sor, xemri, mohr, zer, hemî ji min veşartin
ji firçeya min reş dilopî ser kevalê
lê ku dibû êvar min ji reş jî hez dikir
ku esman, tarî tarî dadiweşiya ser porê te
yên kor jî didî, “du çavên” li ser rûyê genimî
çawa stêr stêr diçirûsîn