xwezî li çiyayê şengalê li
ba derwêşê evdî bûma
li ser pişta hespê boz li
deşta mûsilê bûma
dema derwêş birîndar dibû,
biketama bin çengê wî
û ber bi çiyayê kurdistanê
ve berjor çûma
min jê re bigota,
binêre, va ye bi hezaran
edûlê û diwanzdeh hewarî
hene
min jê re bigota
li van çiyayê ku
xwedavendan lê textê xwe
daniye
rihet û aram razê
min jê re bigota;
mirîn…
ji ku tê û çawa tê bila bê
êdî xeman nexwe!
ya ku hatiye erêkirin,
kurdbûn û jiyana azad e
êdî ev rastiya ebedî ye...