Va pirtûka dema min xwend ez bi taybetî çûme serdema dema Dewrêş û Edûlê evêndariya dest pê dike û zarokatiya herduyan û jîyan a bav û kalên wan bû. Pirtûk çanda koçeriyê, dûzena jîyan a çadira wê demê ku bi şert û mercan hatine hevdû nîşan dide. Her waha sîyaseta Osmanî ya ku li ser eşîrên Kurdan dimeşîne dide baş dide nîşan " le belê di gellek cîhan de zêde zêde dikeve hûrgulîyan ev jî carna dibê nivîskar herikbariyê ji dest bernede" û wekî dinê hogirtî ya ciwanên ebra milan û yên kurdan xwe bi germî û xwedê derketina hev û bi taybetî jî ya jina balkêş bû. Nivîskar di vê mijarê de li gorî min serkeftî bû. Pirtûk; di mijara xwendina kurdî de jî başe û gellek peyvên herêmî têde derbas dibin hewceye dema mirov xwend, nîşe(not) bigire ji ber ku ramanê mirov ên Peyvan xurt dike.
Qehremanê pirtûk ê Derwêş; bi jêhatîbûna xwe gellek di pêş deye û pir jî zîrek e.
Evîndariya Derwêş û Edûlê bi rastî dema min pirtûka wegera tirkî xwend min hewqas kelecan nedigirt û wê pirtûkê gellek deran jî çewt hatibû wergerandin. Bi kurtasî pirtûk gellek xweş bû û ez jê pir peyv jî fer bûm.
Hewceye her ciwaneke kurt bixwîne.
Zembîlfiroş zembîla tîne
Delalo zembîla tîne
Kolan bi kolan digerîne
Nan û dahnê pê distîne
Zarokan pê ditevrîne
Gava ew zembîla tîne
Xatûn li bircê dibîne
Bi eşqa dil dihebîne
Aqil diçe sewda namîne
Kuro sêlka vir de bîne
Mîr dixwaze te bibîne
Buha buha ji te bistîne
Lawiko ez birîndar im
Xatûna min a delal e
Min bihîstî Mîr ne li mal e
Bazara'm bi malê helal e
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im
Zembîlfiroş lawikê beyan î
Ez dibêjim tu pê dizanî
Min bo eşqa dil te anî
Lawiko ez evîndar im
Xatûna min a zerîn e
Qusur li ser te qet nîne
Lê dilêm kesî nahebîne
ZembilfiroşGülistan Çoban · Kent Işıkları Yayınları · 2011476 okunma
Xwezî li çiyayê şengalê li ba Derwêşê Evdî bûma
Li ser pişta hespê boz li deşta Mûsilê bûma
Dema Derwêş birîndar dibû, biketama bin çengê wî
û ber bi çiyayê Kurdistanê ve berjor çûma
Min jê re bigota,
binêre, va ye bi hezaran Edûlê û Diwanzdeh Hewarî hene
Min jê re bigota
Li van çiyayê ku Xwedavendan lê textê xwe daniye
Rihet û aram razê
Min jê re bigota;
Mirin...
Ji ku tê û çawa tê bila bê
Êdî xeman nexwe!
Ya ku hatiye erêkirin, Kurdbûn û jiyana azad e
Êdî ev rastiya ebedî ye...
Dawîya pêvaxaftinê.
TEMOYÊ DI ZIKÊ HESPAN DE
Pirtûka Temoyî helbestê ya bi navê 112 Hesp û Xezelek nêzika du mehan e di destê min de ye lê naqede. Ne ji ber dirêjbûna wê, ji ber qewet û kûrbûna wê ..
Gava hinekî ketim li nava kitêbê, ji fîlma “the revenent”ê sehneyeke Dicaprio’yî hate li ber çavê min.
Heçiyek temaşekirine jixwe zanin Dicaprio di fîlmê de bi rola Hugh Glass dilîze. Hugh Glass nêçîrvan e, bi hevalê xwe re diçe nêçîra ajalên biyanî bo postê wan bi dest bixe. Rojekê li rastî hirçekî tê û hirç wî bîrîndar dike hevalê wî jî pişta xwe didinê û wî li wir dihêlin. Hugh, bo xwe li jiyanê rabigre zikê hespekê diqelişe, dikeve zikê hespê û wusa ji mirinê difilite.
Ji min wetrê Temo jî di kitêba xwe de ketiye hindurê hespan lê cudahiyek di nava wan de heye;
Hugh (Dicaprio) ji bo xwe vejîne ketiye zikê hespê lê Temo, bo hespê vejîne ketiye zikê hespê.
De em wan herdû zilamên qeşeng bidin aliyekî û derbazî lêhûrbûna pirtûkê bin.
Wekî hûn jî zanin pirtûka Temoyî helbestê a bi navê 112 Hesp û Xezelek vê payiza sala borî ji weşanênxaneya Darayê derket. Ji xwe berhemên Temoyî ên din jî serkeftî ne û ne hewceyê pesnê min in lê ev a dawî tiştekî neditî ye.
Form û Dîtbarî
Çima 112? Li gorî gotina nivîskar ev jimar bi taybetî nehatiye bijartin û tiştekî sembolîze nake, jimara helbestan hêdî hêdî li hev zêde bûne û bi awayekî spontane 112 helbest derketine holê. Temoyî navê gelek hespên bê helbestmayî jî di dawiya berhemê de nivisiye û siwarê wan jî diyar kiriye.
Kitêb bi 112 helbestên ji devê hespan hatiyê nivisîn û xezeleke bi navê “Xezela sim û pîkolan” pêk tê. Ji wan helbestan 110 heb helbest li ser hespê leheng û navdarên Kurdan hatiye nivisîn,
helbesteke bi navê “Cilfîferaz” li ser hespa lehengeke çîrokî hatiye nivîsin siwara wê ‘’Zilfînaz”e (û cudahiyeke wê hespê ew e ku di nav hespên
"Deniz o kadar durgun o kadar durgundu ki, karıncalar su içerdi..."
Bir Karadeniz balıkçı deyiminden almış adını kitap. Ada hikayesi, rızkın deniz olması böyle bir isimle taclanmış. Etkileyici.
Ada serisinin ikinci kitabı bu.
Hikayeye yeni katılan yeni karakterler var. Karadenizli Nişancı Veli, Girit göçmeni Musa Kazım Ağaefendi ile kızları Nesibe ve Zehra, Vanlı bir asker olan Baytar Cemil, Kürt dengbej Uso, Doktor Salman Sami, Doktor Halil Rıfat onlardan sonra gelen kadınlar, çocuklar, kimsesiz yetim çocuklar...
Hikaye öyle bir yerde yeni karakterlerle bitiyor ki... Nüfus sayımında erkek nüfusunun en az olduğu yıllara değinerek. Toparlanma süreci nasıl başladı?
Kronik gitmeden sona değindim. Belki yeni bitirdiğim için bir sonraki kitapta henüz elimde bulunmadığı için... Ne olacak merakı ifadesi gibi... Kitap biter biter de içinin ne anlattığı kadar bizde o an bıraktığı duygular da önemli değil midir? Duygusu da kalsın. Merak ve hüzün duygusu...
Ezidi kızlar... istenmeyen o halk... kesilen memeler... ve yıllar sonra Huzurluk’ta anlatacak Yaşar Kemal’in yakınında çokça olmuş öğrencisi, dostu, arkadaşı Livaneli Ezidi Melek’in yaşadıklarını. Memesinden kendini de kardeşini de doyurduğunu...
"Sen iyi bir insansın. Onun için seni çok öldürmüşler."
Baytar Cemil! Bu sözü senin için hissetmiş yazar, bu sözü kürt çocukları ve insanları için anmış. Boşaltılan, ölüme terk edilen köyleri... çocuklar için dirildin, dirilmek ne bilmeden öldün, öldün...
Dengbej Uso dinler gibi oldum. Duygu durum değişimi yaşıyorum. Şimdi başka bir konuya geçip yeniden dirileyim. Kitap efsanelere, halk hikayelerine, kültürle yemeklere :) kabak çiçeği dolması tadına kadar insanın evine, sofrasına, kalbine konuk oluyor.
Kimi zaman tanrısal bakışaçısı ile bizleri karakterlerin kalbinin
Binlerce kez hikâyesini dinlemiş ve milyonlarca defa şarkılarını dinlemiş ve bizzat kendim de söylemiş olmama rağmen okumak bambaşka bir Duygu katıyor.kendimi bazen karacadaginin eteklerinde görüyordum