Niha ez hemû çîrokbêjên xwe têxim hundirê sindoqekê û qufle bikim dê diya min bikaribe bi xweşî razê?
Heke ez hemû xweziyên xwe daqurtînim dê dilê bavê min rehet bibe?
Gelo ji pîrika xwe re strana Emê Gozê bistrêm dê bikaribe ji nava nivînan rabe?
Ji hesretê re du name hatine nivîsin li bin dara xweziyê li keviya gundikekî bêgoristan
Şanoya şoreşê li dar e
Bajarok vala ne
Û ji wextan firîna firokeyan e