Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Hesreta dîtina wê çêkir birîn di dil da Manin dikin tesellî bi dîtina di xew da
Sûret wekî hinar in Gilang wekî gula zer Bilbil li ser dizarin Bi terzekî seferber
Reklam
Hingî tu çeleng û gewr û kej î Çêkek ji evîna te firî qelbê me jî
248 syf.
10/10 puan verdi
Kurtasîya Pirtûkê
Kurtasî ya pirtûka ÎSLAMÎZM DEWLET Û NETEWEPERWERIYA KURDÎ ya Kamal SOLEIMANI DESTPÊK Di DÎROKNUSÎYÊN FERMÎ DE ÎMAJA KURD • Şêx Ubeydulahê Nehrî, Seîdê Kurdî / Nursî û yên wek wan divê wek islamist neyên kategorizekirin. • Ne Ubeydulah ne Şêx Seîd daxwaza pergala xelifetiyê dikirin. • Gelek ji siyasetên modernîzekirin û navendîkirinê ku ji
Îslam, Îslamîzm, Dewlet û Neteperweriya Kurdî
Îslam, Îslamîzm, Dewlet û Neteperweriya KurdîKamal Soleimani · Peywend Yayınları · 20182 okunma
Reklam
Tim xwîn nizilîye j'dest û alaya l'wan- dîwana ropo.
ZOZAN
Zozanê me bilind in Tev bi zevî û gund in Di wan hene avên sar Jêkênabin ber û dar Raxerên wan gulçîçek Teyr û tû tê de lek bi lek Havînan em diçin wan Tevî koç û pez û gan Derbas dikin rojên germ Li ser wê nefela nerm Dilîzin her direvin Heyanî koç dakevin Dema çiya dibin sar Payîz dibe em tên xwar.
Zîmân
Dil pir dixwaze ku Hêvî hêviya kurdanbe, Di warê ziman û zanistî her xwedî şanbe, Zaravayên me bighîne serhev di pêşende, Kurdan nehêle di nava cihanê şermende, Heya bi îro em tenê bê zar û ziman bûn, Di nava gelan pir bi şûnda gelek nezanbûn, î ro jî dibînim gelek xwendayên me kurdan, Gelparêzin ew haya wana nîne ji ziman, çawan bê ziman gel di cîhan tête parastin? Bi çi lebatî maf û rûmet hatine xwestin… Tenê bi ziman mirov cuda bûye ji dehban, Pê xwend zana bû firiya xwe gihande ezman Lewre divê em ji bo ziman xwe biwestînin, Heya bikarin kurdan ji tengiye derînin, Bijîn kesên kû ji bo ziman dikin xebatê, Ew in berê gel diguhêzin rêya felatê. 20.01.1984
Xanimê
Ya reb tu tenê li min bi yarbe, Ev dinya bila li ser min barbe, Tu şînê bide min ez nawestim, Dê hezar salî welê rawestim, Heşt salin te xistim bin vî barî, Ez kirim dergehvanê vî arî, Ne min dikuje ne min dijîne, Her dem dilê minî bibirîne, Gava dibare weke xunave, Dema diêşe jana zirave, Kela gihanê li min didêre, Dil û hinavan li min dihêre, Herçiyên ko weke min bîne dîn, Her demê dixwazînin cegerxwîn, Derdê min hemû di dil dimîne, Li lewre holê timî bi birîne, Ez kurmê evînê dil sotîme, Kurdmancekim bendeyê Xanîme, Min can felata hemû Kurdane, Li nik şîna te gelek hêsane, Ez cendekekî bê dest û pême, Dil ketî û serxwoşê vê rê me, Yan derdê min bêxe gora şînê, Ya hin zêdetir bide min vînê, Da bikaribim liber xwe ragirim, Dilê xwe yê xêr hedî hê dagrim.
Reklam
Tedbîra Mişkan
Li welatê Mêrdînê, di nav gundê Cilînê, pisîkekî xurt û şeng, bûbû xudan nav û deng. Mişk nehiştin di malan, giş revîn qul û çalan.
Serê Şer
Bûye meselok di nava kurdan “ Kûzê ji axê nagre ava zêr, Cendekê pisîk navê serê şêr”. Mîrekî kurdan xwedî nav û deng Bi xwedî dikir şêrekî çeleng Li ber dilê mîr gelek xoşewîst şêr jî hezdikir ji xudanê xwe Sipartibû wî dil û canê xwe Carekê da pê kovîkî sitûr Di tirang de ket nav gelîkî kûr Pîjekî pir tûj qefsing jê kun kir Dilê şêr hingavt di
Qelsok
Qelsok, ji bo çi hinde tirsok û newêr î ? Hingavt dilê te tirseke xurt çavdaye jêrî ! Gava hinekî teng dibe dinya li serê te, Tête guhartin ji rêya rûmetê berê te, Tirsîn di cîhan ne rêya gîhan û felat in, Xurtî, mêranî, her gavê dermanê xebatin, Tirsê tucaran kes negîhand warê azadî, Bizdok, bêzirav tênagêhin ka çiye şadî,
Marşa Xorta
Kurd in em şêrên çiyan in, de bijîn serdest û gûr Doza me tola welêt e, bistînin bi qevdê sûr Heya dih me xwe nenasî, lê îro bûne şiyar Dêhrifme sibna Kurdan, çi çiyan lat û zinar Da ciwan qenc zanibit ko, Kurd êdî nabin zelîl Nema datînin serên xwe, namînin bindest û dîl Em welatiyên ciwan in, wek piling dikine qîr Me divê yektî û xurtî, naxwazin bend û eşîr Ji îro pêve di Asiya, serdestî dora me ye Dê jêkin hemî serên ko, nebêjin va her we ye Destê me şûr û tifing in, şopa me xwîn û mirin Xortino rabin dem nîzik bû, bo felatê şer kirin
Gurê pîr
Dibên li nav Xidirsor, di binhêla Kawê jor, gurek bûbû pîr û jar. Pê nedibûn raw û kar. Dît gurekî pişt hêşîn, şeng û oflaz û narîn.
330 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.