...Hayatın bu çözülmez sorunlarının baskısı altında olmak çok korkunçtu, sadece onları unutabilmek için karşısına çıkan İlk tutkuya kendini kaptırmıştı....
berxikên berdûş,
zû ji dergûşên xwe dûr ketin
di çardehsaliyên xwe de
ji çekên çardeh derb çak hez kirin
di bîst û çarsaliyên xwe de
- hê tayekî spî neketibû porê wan
mal şûr,
talde cercûr,
milk şikeft:
û gor şikart hilbijartin
birayên min wisa xweşik mirin,
wisa tahmstran mirin
hûn bibînin
hûn dê ji kêfan bimirin ...
Hêleke min diqutife ji sermê
Çiya keleheke asê, dem asê
Hêviya min kulîlka binê berfê
Ha bel bû, ha bel bibê
Û berf tê
Tê
Tê...
Bibare berfê
Li ber xwe bide kulîlkê
Tu ji vê axê yî, ez ji vê axê!
Rûbarekî bibîne, ku ji kaniyekê dernayê
Rojekê bibîne rojekê, ku bi siharê re hilneyê
Her roj dimrim di mextela bendemayînê de
Hêviya hatinekê dipûrisînim, hêvî biqede...
Û tu neyê?