.....çiqas êvarên şînboz bihurîn û çûn ji keştiya xeyalan
çirûskeke serzer peya nebû, li peravên hestên min ên hestî û
çermmayî, pêxemberekî sexte di nav kirasê xwe yê gewrîboz de, bi derewan be jî dest dirêjî min nekir,
min venexwend cemeata xwe, ferîşteyeke fahîşe sing venekir,
maran jî ez ji kom û refên xwe aferoz dikirim,
bi qasî yezdanekî bêqûl tenê dimam, mezhebên şêx û mirîdên wê ez,
min diafirand di çarmixan de, min her çavê xwe li destmal-
ka bixwîn, ya destê weronîkayê digerand, bi îskeîskeke zen-
garî, mîna guran tim dizûrriyam, hosteyê dînîtiyê mam,
goştê hov ji te re ricifeke ruh divê,
nêrîneke şêtiya şûran divê,
ez heta qirikê binicihê tirbê
hilnayêm janya
hilnayêm porkurê
di tirban de hilnayêm ha!...