yek e ser bi zêr e
kofîker e, awirşewat e
kemaltêşirê, naazik û nazelîn a
gelekî xwîn şerîn a
sing û berê wî çawa spîna
weka wî pembû yê dora adana
tu dibêjî qasê gundîya, devê kevanê jênîna
wê dirêjke sorkere micara serê wî zirava
ya mimkê wî nîna, diranê wî hur in birincî na
raman anîna mical a, bejn û bala wî tu nîn a
yekî ewqa çavreşê, dem bi gulê , bejnzirav a, xwînşerina kû herro devê derîya mirov, weka farza mêjê, wellê te ez xwe dîya pîrka dîya xwe gao, weylê minê bi kurbano çiqa xeberê te xweş in xwîna te şîrîna
bawer bike ewê ku seyrê ramûsanekî xêra xwe bidî bila kalê zamên be, nexweş e panzdeh sala be, birrîndarê sî û se xençerê be, riha wî navikî be, bê tawî be, marazgirtî be, kuhûkî be, eş û belayê hemû dinya lê bin, hevna êş û bela wî erdê tinîna, ewqa yekî kewalxizalê, çavreşî dem... axir zehf tazêya!!