Ehmedê Xanî stûnek e, divê kurd hemî xwe pê xurt bikin û li dorê bizîvirin. Ew bavê kurdayetiyê û şoreşgeriya kurdî ye. Tu nivîskarê kurd nikaribûn û nikarin mîna Xanî rola xwe ya mezin di çelqandina gola wêje û hizran de bilîzin.
Helbet silûk û xelwe dê gelek zehmetî tê de hebin, dê birçîbûn hebe, dê bêxewî û tenêtî hebe û dê gelek fikirandin û ramana di Xwedê û gerdûnê de hebe heta ku kesê di silûkê de karibe hinekî nêzîkî rastiyê bibe.
Na, bextreşîyê da tenê ez nîn im,
Bi hezaran ber girî hene, yê mîna min,
Zef hene qîzê delal e ussa bû jî,
Lê kêm nîn in yê nolî min e ecîz bûyî,
Ez nedigirîyam, dame girî,
Bi zêra, dame kalê ketî.