10/10
·672 syf.··
2024 5. kitabı
·
10 günde okudu
·
Okunma: 10 Ocak 2024 13:51
Selamlar! Bugünün kitabı #koaladankitaplarokumagrubu ocak kitaplarımızdan biri olan Nişanlılar. İtalyanca yazılan ilk tarihi roman özelliği de taşıyan eserin yazarı Manzoni’nin 1873 yılında vefat etmesi üzerine İtalya’nın her yerinde bir günlük ulusal yas ilan edilmiş. Okullar ve üniversiteler kapatılmış, tiyatrolarda ışıklar karartılmış. Kraliyet ailesi üyelerinin de katıldığı devasa bir cenaze töreni düzenlenmiş yazar için. Giuseppe Verdi, Manzoni’nin ölümünden bir yıl sonra “Requiem” eserini bestelemiş. 1628 ile 1630 yılları arasında, İspanyol yönetimi sırasında Lombardiya’da Lecco yakınlarında bir köyde geçiyor Nişanlılar. Daha önce “Fermo e Lucia” adıyla yazma çalışmalarına başlayan Manzoni zaman içinde Lucia’nın sevdiği adamın adını değiştiriyor ve ipek dokumacısı Renzo karakteri çıkıyor ortaya. Lucia ile evleneceği gün Rahip Don Abbondio’dan aldığı haberle hayal kırıklığına uğrayan Renzo, nikahlarının neden kıyılamayacağını araştırmaya başlar. İşin içinde Don Rodrigo’nun olduğunu öğrenen Renzo, Don Abbondio’nun tehdit edildiğini öğrenir. Renzo ve Lucia’nın çaresizlikle yardım istediği Rahip Cristoforo, elinden geleni yapsa da nişanlı çiftin başına gelecekleri engelleyemez. Lucia ve Renzo’nun yollarının ayrılması ile başlayan kötü günler, hainliklerle ve zorluklarla geçmeye devam eder. Rodrigo’nun tehditleri, Lucia’nın annesi Agnese’nin planları, İsimsiz’in de romana dahil olmasıyla olaylar iyice çığrından çıkar. Romanın en önemli özelliği ise yıllar içinde İtalya’da ve tüm çevrede yaşanan kıtlığın ve vebanın da kitapta kendine azımsanamayacak ölçüde yer bulması. Sadece aşk ve ilişkileri değil, toplumun maddi ve manevi yıkımı ile yolsuzlukları haksızlıkları ele alan Manzoni, cesur bir portre çiziyor roman boyunca. Aynı zamanda Bildungsroman da olan eserde
NişanlılarAlessandro Manzoni · İletişim Yayınları · 2021350 okunma
fermo janya êdî tu dikarî xwe bikujî
Puan vermedi·104 syf.··
2023 6. kitabı
Janya ji qevmê pezkoviyan re xew heram e... lê xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin ez hêmayeke heyama hewaran, di herban de nîşangeha riman serî gog, çav xar, zikçirîyayî fermo janya êdî tu dikarî xwe bikujî
JanyaRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 1999478 okunma
Tatil planı hazırsa sıra okuma listenizde!
Bu yaz yanınızdan ayırmak istemeyeceğiniz kitapları sizin için bir araya getirdik. 💬 Siz olsanız bu listeden hangisiyle başlardınız?
Cîhan, Warê Dînan!
Puan vermedi·96 syf.··
2022 56. kitabı
·
35 saatte okudu
·
Okunma: 26 Aralık 2022 18:39
Beriya her tiştî :) herçî li awaz û şêwazeke cuda digerit bila teqezulekber vê pirtûkê bixwînit. Xwînerên kurdî di derheqê naverokên pirtûkan da çi difikirin nizanim lê ez bi xwe ji mijarên wek bindestî, nîjadperestî, bêdewletî û nizamçikperestî êdî kerixîme, ev pirtûka hemşerîyê min ê temen ciwan û dil pîr j'min ra bû wek melhema ser birînan. Wek destpêk; zimanê berhemê gelekî zelal e, wisa zêde ne bi devokî ye jî, şayesandin kêm in, leheng ne kûr in, lê ya xwedatî destpêka pirtûkê hêjayê her tiştî ye, lewra nivîskar bi wê vegotina nepenî va meriva kaş ber kaş dike, herwiha dawî jî wisa. Bi kurtasî berhem, serkeftî ye! Hêvîdar im nivîskarê me yê ciwan, yê cêvên edebiyata me bi şekirokên rengorengo va tije bike. Pîrka min her gav digot ev dinya warê dîna ye. Gava min pirtûk xwend, ev gotina wê kete bîra min. Lewra vê berhemê jî rasterast behsa wê dinyayê dikir. Xaleke dî; her çiqas naverok zêde neşibin hevdu jî dema pirtûk qediya min got qey ew fîlma bi navê "Guguk Kuşu" min careke dî temaşe kir. Di herduyan da jî biaqilek(!) xwe berê nava cîhana dînan dide. Serlehengê romanê, em ji gotinên wî pê derdixin ku xortekî temen biçûk e. Ji nişka va êşek bi giyanê wî digire, ji jiyanê aciz dibe, dixwaze xwe bikuje û yekser ji her tiştî xelas bibe. Ji ber ku ti çareyê ji vê êşa xwe ra nabîne, biryar dide û diçe li timarxaneyê dest bi tedawiyê dike. Heta roja ku ji wir derkeve jî gelek kesan dinase û hînî gelek çîrokên wan nexweşan dibe, taliya talî dibîne ku di wê nexweşxaneyê da yê derdê wî herî kêm ew bi xwe ye. Helbet li vê serayê, kes belasebeb dîn nabe! Serlehengê me piştê derketina ji nexweşxaneyê, dîsa biryar dide xwe bikuje, lê îcar li ser biryara xwe disekine, naçe nexweşxaneyan, li dermanan nagere, carekî mirina xwe daye ber çavê xwe û hew. Lê gelo serleheng, ji êşa
Mirina Xortekî RindÎkram Baban · Sitav Yayınları · 202113 okunma
Puan vermedi·264 syf.·
2022 7. kitabı
Bi bawera min salek pirtir e ev pirtûk di nav pirtûkên min de lê hewesa min nedihat bixwînim; ji ber ku qet ji biyografîyan hez nakim û min wisa zen dikir ku bi tenê behsê jiyana Şivan Perwer dike û berhemek acizker e. Eslê xwe rast e hemû mijar û kes jixwe ji nav jiyana hunermendî derdikevin lê ya baş jî ew e ku jiyanek têr û tejî jiyaye. Ku hunera Kurdî pêşve bibe ketîye nav biyanîyan û li wir jî dîsa hunermendên me, Ehmed Kaya, Mehmed Uzun,..hwd pişta xwe daye yekûdu. Piştî min xwend hay jê hebû, him ji bo hunermendî him jî ji bo pirtûkê, gelek pêşdaraz/pêşbiryar nêzîk bûme. Wekî hûn jî dizanin Şivan Perwer bi tenê ne bi hunera xwe bi kesayet û tevgerên xwe jî gelek caran dibe navûdeng û dikeve nav nûçeyan. Biqasî metheya wî hatî kirin ewqas jî hatîye rexnekirin. Jixwe pirsgirêkekî me jî ma ne ew e? Yek ji me pêş bikeve av vexwarina wan jî em lêdikolin û rexne dikin, bixwe jî sibehê heya êvarê bêşol dizivirin. Heger pê aciz bin fermo kesên hûn rexne dikin karên ji wan çêtir, kêrhatîtir bikin ku ji wan bêqisûrtir bin.. Lê li bendê nebin ku bêqisûrî bibe para we ji ber ku mirovên bêqisûr, dirist û rêkûpêk zehmet e hatibe afirandin. Yeke din jî divê mirov her tim ser ve çi dibîne û dibihîze hêj zêde gotin li pey kom nekirî derfetê bide ku empatî û naveroka mijarê fehm bike. Her stranekê çîroka xwe heye û piştî çîroka wan dizanî carek din guhdar bikî ew stran tehmeke gelek cudatir dide te. Ev yek jî dîsa bû tecrûbeyek mezin ji bo min. Hêvîdar im ti kes wekî min nêzîk nebe û gava derfeta wan çêbe ji bo perçek jî be hunera Kurdî fêr bibe lezûbez vê pirtûka herikbar bixwîne.
Kurdî
Şivan Perwer Efsaneya ZindîAbdullah İncekan · Nûbihar · 201213 okunma
10/10
·400 syf.··
2021 16. kitabı
Hûn dixwazin fêrî zimanê kurdî (kurmancî) bibin? Keremkin vaye Rênîşa we... Ez dikarim bibêjim ku heya niha li ser Rêzimên min tu pirtûk mîna vê pirtûkê, bi berhevkariyeke berfireh û giştî nedî. Samî Tan bi rastî jî kedeke pîroz daye û ev pirtûk ji bo me amade kiriye. Her çiqas hin kemasî tê hebin jî,ji bo ku kesek hînî rastnivîs û rêzimanî(gramer) bibe berhemeke tekane ye. Naveroka pirtûkê pir dewlemend e; destpêkê ji aliyê binyadê ve zimanê kurdî vedibêje û paşê Denganîya Zimanê Kurdî digire dest.Li ser Peyvzanî, Watenasî, Ergatîvîya Kurdî û Beşên Axaftinê bi awayekî berfireh agahî dane. Wek Mijar; Pirtûk ji; - Navdêr - Cinavk - Hevalnav (Rengdêr) - Hoker - Daçek - Gihanek - Baneşan - Jimarnav - Hejmarên Hokerîn - Lêker - Hevoksazî - Rastnivîs - Xalbendî (Niqteşanî) Anku ji van mijaran pêk tê. Pirtûk têr û tije ye, demildest werin bixwînin û gava we xwend jî pir û pir nîşeyan jê bigrin. Fermo! Ji hêla axaftin û nivîsandinê de Fêrî Kurdiyeke Zelal û pak bibin. Û pê re jî, ji bişaftina zimên pak bibin:)
Kurdî
Rêzimana KurmancîSamî Tan · İstanbul Kürt Enstitüsü · 201513 okunma
7/10
·128 syf.··
2021 11. kitabı
Pirtûk qala fermana 73. ya li hemberî Ezîdîyan dike. Nivîskar ji çavên malbatekê vê fermana ku bi destê hovên DAIŞ'ê pêk hatî vedibêje. Xiyanet, şer, destdirêjî, kûştin, penaberî, tîbûn, birçîbûn û di dawiya van jan û kîretiyan de; hatina 12 şervan û cangoriyên dilsoz, tekoşîna wan û hevalê wan ya li hemberî qirkirinê, rizgarkirina gelên êzîdî û Êzdîxanê, ji nû ve xwe saz kirin, xwenasîn, avakirina hêza cewherî û pergala ji nû ve xwe rêxistin kirinê hûnê kîte kîte hîs bikin û bijîn. Dema min pirtûk dixwend car caran dilê min teng dibû û çavên min tîje dibûn û carinan jî ez ji nişka ve dibişirîm û aram dibûm. Belê bi çavên malbatekê tê vegotin ev bûyer. Zarokek di dema revê de ji malbatê qût dibe û wenda dibe, yek xwe li deryayê dixe dihilpekê ewropa, yek tevlî meş-çalakî û semîneran dibe, yek dibe şervanê axa xwe û di vê oxirê de tevlî karwanên şehîdan dibe, yek jê jî dibê alîgirê vê rêxistina pîroz xazî dibe. Jiyana her yekî ji wan ji bo me tijî ders û serpêhatî ye. Hûn ê fehm bikin bê çima beşek ji gelên êzîdî dibêjin em ne kurd in. Hûn ê bibînin ku hin kesên dibêjin kurd û Kurdistan bê çi derewkar in di dozê de û çawa gelê xwe bi komkujiyan re rû bi rû dihêlin. Hûn ê fedaîyên rasteqîn binasin ji nêz de. Ev bi rastî jî Vejîna Çilmêran e. Fermo, bixwînin...
Mücadele
Şengal-Vejîna ÇilmêranAzad Ararat · Aryen · 20187 okunma