Nivîskar di vê romanê de li cih û zemanek binavê "hinara dawî ya dinyayê" rûniştîye û ji jor de temaşeya erd dike. Ser wê lûtkeyê erd û ezman, dewr û zeman, deşt û çiya, hemû bendûbeşer wek bîranîn, wek bûyer, wek xewn, wek xeyal xuyan dibin, diçirisin, ditemirin. Ew jî dîtinên xwe ji hinarê re vedibêje.
Roman bi êsîrî despêdike, bi lêgerînê ango serbestîyek nediyar dawî dibe. Ev ne serhatîya serlehengê romanê tinê ye, civak jî di heman rewşê de ye. Muzafferê Subhdem di serdemê bindestîya gelê Kurd de dikeve hefsê, piştî ji zindanê rizgar dibe xwe di zindanek dî de dibîne. Zindana qesrîn, dor daristan rengîn, dengên xweş tên lê dîsa her zindane. Nivîskar bi vê rizgarbûna şiklî destnîşanî veguherîna civakê dike. Gelê Kurd piştî dehan salên bindestîyê şoreş pêkanîye, rizgarbûye lê di rastîya xwe de tinê serdest hatine guhertin, ji girseyan re di jiyana civakî de tiştek ronî, tiştek cihê serbilindîyê nîne. Xelk xizane, li kolanan cihê şirteyên ereb polîsên kurd girtine, êrîşî zarok û gêncan dikim, wan dikujin. Li vî welatê rizgarbûyî kes ji kesî hez nake, qîma mirovan bi hev nayê. Kîn welatî rêvedibe. Wekî di hemî mînakên şoreşên netewî de hatî dîtin şoreşa kurdan jî ji bêhêvîtî û belengazîyê pêvetir tiştek ne anîye. Serkirdeyên hikûmeta kurd soz û peyman û armanc û hêvîyên şoreşê ku bi deh salan bû didan gelê hejar, şevekê de jibîrkirine dest ji kedûkarên dinê berdane ji vê şahîyê diçin a dî. Dewlemendîyên welat navbeyna xwe de parvekirine, hêj jî têrnebûne û li ser parçeyek erdê bêweç şerê hev dikin, ciwanên vî gelê ji şer westayî bi hev didin şerjêkirin!
Rûdanên nivîskar di pêvajoyek dûdirêj de ji jor de dibînin evin, ew wek şahîyek, serbilindî û rizgarîyek behsa şoreşê nake. Şoreş veguherîye dirindeyekî zarokên xwe sax didawêre. Di bergeha wî de di bin ewrên tarî de