(fermana li esmane hovistanekî...)
digo, navê miriyan li ser tirban tunebûn!
(kêlikan, çev li hibra nav digerand.)
digo, mirî, li ser zimanê çolistanê, ji tîna miribûn.
(li wir, jinên reşgirêdayî bûne kêlik.)
digotin:
Li wir, deqa li ser sûretê jinan, bibû nav û nivîsa kêlik.
Li wê çole, hezar jinên reşgirêdayî, jinên bi, biyên şîna mêrên serwindakiri danîbûn.
Çevên xwe girtibûn
resgirêdayî,
û ew tirbên winda, ew tirbên di bin xaliya çolê de dianîn li ber çevên xwe.
Çevên wan reş ve dihat.
Reşaya ku li xwe girêdabûn, reşeya şînê, dibû reşaya şevê, li goristana binerd belav dibû.
Çevên wan, li hespê xemê siyar dibû, diçû li binê erdê, li wan
tirban digeriyan.
Digo: Ew mêr, ji tîbûnê mirine.
Digo ew roj, ev roj e, jin, avê dibin û mexberan av didin.
Digo ew mirî, hê jî tî ne.