Sirra sibê li ba bû
Dara hewrê veciniqî, hişyar bû
Tevziyek da xwe, tevziyek kûr
Û rahişt bilûrê danî ser dirana
Blûr,
Ji sedsaleyên dûr
Û ji kezeba kûr stra.
Kaniya bin dara hewrê
Bi dengê bilûrê re nihirand
Hêstir wirwirand melûl melûl
Û pê re
Dilê heyvê ji kovanên xwe re
Kerî bi kerî, kezaxt û dirand.
Bilbilek firî, ji hêlînê
Çû danî, li gulyê gulê
Xonçeyan mêjand ji pêsîra xwe
Berda dilê wan xuriyê.
Dilop dilop niqutî xurî
Niqut niqut nizilî xurî
Di dilopa paşî de, şefeq beyan bû
Ji bilûrê hês birî
Kanî xayîs ket
Li binê kema gulê, bilbil ji can bû.
Jînek nû destpê kir bi sirra sibê
Şefeq zelal, xweza xuyan bû.