Ji analîza te gelek bandor bûm, wextê ku min hevokên derheqa zaroktiyê da xwendin li ser min tesîreke mezin kir û jiyana min, xwîşk û birayên min, dê û bavê min hate ber çavên min, her hûrgilî yek bi yek wekî xeyalekî li zihnê min ra derbas bû.
Ez ji herêma Serhedê me, nivîsa te û peyvên ku di nav Kurdan da nayên bikaranîn wekî ku te jî nivîsîne bi min qet xerîb nayên, min got qey diya min yan jî bavê min li hember min rûniştine û ji min ra dixwînin :)
Mesela peyva "bavfile" diya min zehf bikar tîne, wextê ku hêrsa wê ji yekî/ê were vê peyvê bi awayekî gazindeyî di nav hevokên xwe da bikar tîne :)
Di vê beşê da yek-du peyvên ku min di nav Kurdên li der Serhedê dijîn da bikaranîna wan nedîtiye hatin bîra min;
-Efsene/ Evsene: tê wateya bêhiş/ ehmeq/ kêmaqil.
-Yanga: ev jî bi wateyeke leqabî tê bikaranîn, mesela ji yekî/ê ra dibêjin "yanga ehmeq"
-Nûçik: Leqab
Dêhn: Bal (Mînak: dêhna xwe bidê/ bala xwe bidê)
-Hêşî: Pêşî
Mînak: hêşiya kon- pêşiya kon
-Cem: Ba (Mînak: Were cem min/ Were ba min)
-Dêm: Sûret
-Ramûsan: Maçkirin
-Fenanî: Eynî/ Heman/ Wekî
-Belengaz: bi Tirkî "fakir, zavallı, sefil"
Piştî vê, texmîna min bi xetaya klavyeyê te ji sandalyeyê ra "kusî" nivîsiye, ewê jî sererast bikî "kursî" binivîsî yê baştir be kekê min.
Van peyvan û yên weke van hûn dikarin li ser ferhenga dîjîtal ya "glosbe" zêde bikin.
Pirtûkê zehf bala min kişand, ez ê teqez bixwînim, ji bo her peyva te yek û yek ji te ra spas dikim.