Gönderi

Efendino
rahijin teşkên xwe rahijin kincên xwe, postalên xwe, şewqeyên xwe çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anibe bi xwe re: tanq, top, tiving, teyare... û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh û hepsên bêdergeh, zindan û asaqgehên têrguneh û jinên xwe jî esseh efendîno, zaroyên xwe jî; hebin; pîç û bêjiyên ji xwe jî û kûçikên xwe jî bibin, pisîk û çivikên xwe jî û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe.... hûn ê biçin hûn ê pişta stûyê xwe bixwirînin û biçin hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin! biçin; berî kuç û kevir di we de werbin biçin; berî ku dayikên kitan-spî tû bikin ser çavên we û hê ku agir vêneketiye j' êgir: hema niha, vê kêlîkê, ji vir rahijin teşkên xwe... û biqeşitin, efendino!
Sayfa 22 - belkîKitabı okudu
·
62 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.