Gönderi

Ji pirtûka Rêbera Xizmetê
Şagirtên Rîsaleyên Nûr “ez” bi “em”ê guherandine, yanî dev ji ezîtiyê berdane, li ser hesabê şexsê manewî yê Rîsaleyên Nûr dixebitin. Di şûna “ez”ê de dibêjin “em”. Di şûna “fena fiş-şeyx”* û “fena fir-resûl”* de -ku ev tabîrên ehlê terîqetê ne- dibêjin “fena fil-îxwan”. Ev jî yek ji wan wesîleyan e ku nefsa emmare* dikuje, wê ji riyakariyê xilas dike. Yanî şagirtên Rîsaleyên Nûr şexsiyeta xwe di şexsê manewî yê birayên xwe de dihelînin û wisa tevdigerin. Înşaellah çawa ku ehlê heqîqetê ji riyayê xilas bûbûn, bi vê hikmetê ew jî wê ji riyayê xilas bibin. (Kastamonu Lahikası: 126)
·
133 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.