Mem û Zîn
Wan gote Memê ku ey cigerxûn
Em hatine da nebî tu mecnûn
Zîn bû sebebê cunûniya te
Mîr bû sebebê zebûniya te
Ger bulbulî gul ji bo te hazir
Nîlûfer î mêhr bûye nazir
Perwaney î şem boy te îsa
Wer murdeyî hate ser te Îsa
Dîwane mebe bi vî hewayî
Bîgane mebe tu aşinayî
Hûra ku te can û dil di des bû
Zîna ku te daimen hewes bû
Çawa te divî we hate ba te
Dunya ye fena ye hate bate
Ehmedê Xanî
Cunûn: dîn, şêt
Zebûnî : belengazî
Mêhr: roj,tav
Murde: mirî
Bîgane: xerîb
Aşîna : nas