Cizîr e Cizîra Botan e.
Xem û Xeyalên keç û lawan e.
Nenêrin bejna wê ya melûl,
Ew cihê pêxember û egîd û mela ne.
Cizîr e Cizîra Nûh Nebi.
Ew tofan e heta îro hebî.
Nenêrin bejna wê ya melûl,
Peytexta Bedirxan Paşa ew bi xwe bû.
Cizîra Mele Ehmed û Mem û Zîn e
Yên bawer nekin wellahî dîn e
Nenêrin bejna wê ya melül,
Cihan û dîrok zane em çi ne û em kî ne!..