Gönderi

Kula min a kambax dîsa serî hilda. Dostino! Nexweş im ez. Wekî agirê Zerdeşt giş bûme pêt. Yarino! Dilateş im ez. Ne kaş dibêjim, ne çiya, ne deşt, ne newal. Serqot û pêxwas diçim, ber bi armancê, bi gîhanê dimeşim ez. Nizanim, ji hev nayînim der. Çi rêyeke ecêb e? Rojekê dibim Ristem; dilhişk, kezebhesin im, qey keleş im ez. [Osman Sebrî, Cide 1933
··
122 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.