Min bibexîşînin.....
Min ji bo we tu peyv nekirin qurban
Min biborînin.....
Min her birîna xwe ya vekirî ji çavên xwe vedişart
Her cara min ji bo we radihişt pênûsê
Ew weke xenceran di dilê min re diçû
Û birîn dikoland
Lê ew birîna bijehr her diêşiya û nedihişt ez di ser darbesta we de peyvan bireşînim
Min bibexşînin....
Ezê ji bo we îro bejna hemû peyvan li ber we bitewînim
Û bila ew straneke bêdeng ji bo rihê we bilorînin