Yekî" ji bo yekîtiya çiyayên çardeh salî ahd kirîye
"Yek"bi cegereke bêkalanî mêranî yê sincirîye
"Yekî/ê"li destên xwe gul,li çavên xwe xew û li lingên xwe deşt heram kirine
"Yekî/ê"ji bo serbestîya welatekî stêrkan telaq avêtîye
"Yek"dê bike nêwal qamekê tije xwîn bibe
"Yek"dike li xwirînî erd û ezmên dabeliîne
"Yek"weke çawa lawireke mak çêlika xwe bialêse xwîna ser çavê hevalê xwe dialêse
"Yek" ji kerban keviran dikeritîne
"Yek"li ser yekî/ê weke kilamê kelogirî digirî
"Yek"li ser yekî/ê weke dengbêjekî zimanjêkirî dinale!
"Yek"bi"yek"dimirin bê cabon,gor,gul û qurnefî in, dil in.