Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn
...
Piştî van rûdanan Xelîfe bi lez çû nik Şahî û giliya Xanê Lepzêrîn kir û got: "Şah(Ebas) xweş bit! Ew Xanê Kurdan ewê te gelek mezin kirî, bû dijminê me û çavê wî li doşeka te ye. Bazirganên te şelandin." Şahî got: "Nexêr! Xan mirovekî emîn e. Vê digel min naket." Xelîfe got: "Şahim! Eger tu ji min bawer nekey tancê xwe rêke bo Xanî û bibêjê bila wî tancî biramûsît û danîte li ser serê xwe." Şahî jî qebûl kir. Tancê Şahî bo Xanê Lepzêrîn rêkirin û gotinê "Şahî gotiye bila biramûsît û danîte li ser serê xwe." Xanî eve qebûl nekir û ser ra tancê wî şkand:
...
Rojêke ji yêd Xudê dayî
Xelîfe rabû çû nik Şayî
"Serê te ye û babê te ye
Heçî ya d'bêjim her we ye
Xanî şelandin bazirganêd te ye
Xan dujminê dînê me ye"
"Çi Xane te rakirî Kurdistanê
Serav berdane Îranê
Xirab kir heta alyê Wanê
Çi Xane te rakirî Dimdimeye
Xirab kirî cihkê me ye
Bû dijminê dînê me ye
De'wa wî doşeka te ye
Naborîtin serê me ye"
...
Ew tancê we sor û spî ye
Dane destê çar xulamêd cindiye
Rêkir bo Xanê Kurdiye
Gotê: "Şahî silav rêkiriye
Bila sê caran ramîsît danît ser seriye"
Xanî got:
"Hey kafiro bê usûl e
Xweş nahêt Xudê w Resûle
Tancê te nakem qebûle"
Hey kafiro bê mefer e
Ew tancê we sor û zere
Lêda û kire şeş kere
Şah derkefte li baniye
Wê dûrbînê lê nêriye
Teter qasid wê hatiye
Qasidan got:
"Ew tancê we sor û zer e
Me dana ber xanê beglere
Şahî got bila ramîsît û danît ser sere
Belê Xanî lêda kire şeş kere
Gotê wey kafiro bê usûle
Xweş nahêt Xudê w Resûle
Tancê te nakem qebûle."
...
#Kurdistan💔 Mereş
#Erdhejî
Beyt û Destanên Kurdî